Yekîtî tenê yekdengiya kurd li Kerkûkê dixwast
Kurdistan 01:47 PM - 2023-08-09
PUKMEDIA
Kerkûk
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê gelek hewl da û qurbaniyên mezin da bo yekxistina
pêgeha kurdan û beşdariya wan di hilbijartinên parêzgehan de li navçeyên dabrêndrewekan
bi yek lîsteyê, lê mixabin Partiya Demokrat a Kurdistanê bû sedema belavbûna
helwesta kurdan û windakirina dengên wan li navçeyên nekok, ji ber pirbûna
lîsteyên wan ên hilbijartinan.
Hewldanên
Yekîtiya Niştimanî ji bo yekîtiya kurdan bû
Endama
Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xanim Hesîbe Ebdullah
di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re
ragihand: Yekîtiya Niştimanî heta niha jî destpêşxeriya diyalogê ligel aliyên
siyasî bû. ji bo yekkirina mala kurd û beşdarbûna di hilbijartinên parêzgehan
de bi yek lîste.
Û
wê got jî: Rewşa navçeyên dabrêndrewekan ji rewşa Herêma Kurdistanê cuda ye, û
pir girîng e ku Kurd li navçeyên nekokdar bibin yek.
Yekîtiya Nîştimanî ti merc nedaneXanim Hesîbe Ebdullah dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû hewlên xwe dane ku dengên Kurdan ji dest neçe û rêjeya kursiyên wan kêm nebin.
Û wê got jî: Yekîtî ti pêşmercek nebû, belku bi giyaneke berpirsyarî û biratiyê bi hemû aliyên Kurdistanî re guftûgo kir, lê mixabin yek aliyek siyasî ku Partiya Demokrata Kurdistanê ye, ku bûye têkçûna projeya lîsteya yekalî ya Kurdan li navçeyên nekok.
Lîsteyên pirjimarXatûn Hesîbe Ebdullah dibêje: Kurd li Kerkûkê bi çend lîsteyan beşdarî hilbijartinên dahatî dibin û ev karesateke mezin e ji ber ku rêjeyeke mezin ji dengên hilbijartinan bi sedema pirbûna lîsteyan ji dest diçe.
Wê got: Em Partiya Demokrata Kurdistanê ji kêmbûna dengên kurdan li navçeyên nekokdar û kêmbûna rêjeya kursiyên kurdan di encûmenên parêzgehan de û têkoşîn û qurbanîdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo wan berpirs dibînin.
Dezgeha Hilbijartinan: Hewldanên Yekîtî ji bo yekxistina partiyên Kurdistanî bûDezgeha Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê hewla Yekîtî ya ji bo beşdarbûna Kurdan bi lîsteyeke yekgirtî di hilbijartinên encumenên parêzgehên navçeyên nekokbar de daxuyaniyek belav kir.
Dezgeha Hilbijartinan di daxuyaniyekê de ragihand: Piştî hewl û hewlên dijwar ên Yekîtiya Niştimanî ji bo gelê Kurdistanê bi yek lîste beşdarî hilbijartinên dahatû yên navçeyên nekokdar bibin, mixabin Kurd dê bi çend lîsteyan beşdarî hilbijartinan bibin ku biryar e di 18/12/2023 de bên kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: Yekîtî destpêşxeriya komkirina aliyên Kurdistanî di çarçoveya yek lîsteyê de bû û heta niha jî heye û ti merc û vîto li ser ti aliyekî nedaye, lê ji bo yekrêzî û lîsteya hevbeş nermbûna herî mezin nîşan da û qurbaniyên mezin dan, lê di dawiyê de hemû hewldan bê encam man û Kurd dê bi çend lîsteyan beşdarî hilbijartinan bibin.
Û Desgeha Hilbijartinan diyar kir: Xelkê pêkhateyên din li wan deveran, bi taybet Kerkûkê, xwe birêxistin kirine û bi giringî li hilbijartinan dinêrin û dê bi yekdengî beşdariyê di wan de bikin, ji ber ku sîstema niha ya hilbijartinan di berjewendiya hevpeymaniyên mezin de ye. pirbûna lîsteyan dê bibe sedema windakirina hejmareke zêde ya dengan.
Di daxuyaniyê de hatiye: Em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de bi hevpeymaniya Partiya Komunîst beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan dibin û girseya gelê Kurdistanê û yên navçeyên dabrênrdrewekan bi taybetî dilniya dikin. dê di 18.12.2023an de serketina Kurdan pîroz bikin û pişta xwe bi îradeya polat ji bo girseyên berxwedêr pîroz bikin û ji bo vegerandina mafên dizî yên xelkên navçeyê emê bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

