YNK û Komunîstan yekemîn hevpeymaniya xwe li Kerkûkê ragihandin
Kurdistan 06:38 PM - 2023-08-05
PUKMEDIA
Civîna rojnamevanî ya YNK û Partiya Komunîst
Îro şemiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê avakirina yekemîn hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihandin.
YNK amadeye bi hemû partiyan re tifaqê pêk bîne
Endamê Serkirdayetiya YNKê û berpirsê baregeha duyem a YNKê li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand: Ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê me li gel Partiya Komunîst a Kurdistanê hevpeymaniyek pêk aniye û em hêvîdar in ku partiyên din ên Kurdistanî jî beşdarî wê hevpeymaniyê bibin, daku bi qasî hejmarek zor nûnerên kurdan di encûmena parêzgeha Kerkûkê de hebin.
Her wiha got: "YNK amade ye ji bo hilbijartinên parêzgehan bi hemû aliyên Kurdistanî re tifaqê bike. Deriyê me ji bo berfirehkirina hevpeymaniya YNK û Komunîstan vekirî ye, ji ber ku girîng e careke din kurdbûna Kerkûkê were îsbatkirin,pêkhatina hevpeymaniyek di navbera YNK û Partiya Komûnîst de tenê di berjewendiya kurdên Kerkûkê de ye û em naxwazin ji ber parçebûna me dengên kurdan bên windakirin.''
Avakirina koalîsyonê di berjewendiya kurdan de ye
Nûnerên YNK û Partiya Komunîst îro di civîneke çapemeniyê de hevpeymanî ragihandin. “Tevî ku dem kêm maye ji bo tomarkirina hevpeymaniyê ji aliyê komîsyonê ve, lê me deriyê partiyên Kurdistanî negirtiye û em daxwazê ji wan dikin ku tevlî hevpeymaniyê bibin.
Di van mehên borî de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dest bi seredana partiyên Kurdistanî li Kerkûkê kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku bi yek lîste beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê bibin, ku biryar e di 18-12-2023 de were lidarxistin.
Di heyama derbasbûyî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana aliyên Kurdistanî yên li Kerkûkê kir û daxwaz ji wan kir ku bi lîsteyeke yekgirtî beşdarî hilbijartinên parêzgehên Iraqê yên ku biryare di 18.12.2023 de bên kirin.
Yekem pêngava destpêşxeriya YNKê ji bo partiyan li Kerkûkê îro dest pê kir û hevpeymaniya YNK û Komunîstan hat ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

