YNK daxwaza mûçe û qerebûkirina girtiyên siyasî li Iraqê dike
Kurdistan 02:24 PM - 2023-08-05
PUKMEDIA
Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di civata nûneran de berdewam li ser hewlên xwe bo veguhestina mûçeyên girtiyên siyasî ji herêma Kurdistanê bo Bexdayê kar dike û endamekî wê partiyê jî dibêje: Aliyên Kurdistanî hene ku li dijî vê pirojeyê radiwestin.
Endamê firaksiyona Yekîtiya Niştîmanî di Meclisa Nûneran de Çro Hama Şerîf di daxuyaniyekê de ji (PUKMEDIA) re li ser vê mijarê got: “"Me îmzeya nêzîkî 70 parlamenteran kom kir û ji serokatiya parlamentoyê re şand. Me daxwaz kir ku mûçeyê girtiyên siyasî Herema Kurdistanê li Bexdayê bê dayîn. Eger ev yek neyê kirin divê hikûmeta Iraqê qerebûkirina wan bide."
Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî got jî: YNK hewl dide pirsa mûçe yan qerebûkirina girtiyên siyasî bike proje yasaya û Civata Nûneran deng li ser bide, di nava Yekîtiya Niştimanî de hejmara herî zêde ya girtiyên siyasî heye lê partiyên din ên siyasî dijî projeyê radiwestin ."
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewlên xwe bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina pêdiviyên wan li Bexdayê zêde dike û di heyamên berê de jî gelek hewl daye ku mûçeyên mamosta û karmendên xwendina Kurdî li Kerkûk û navçeyên nakok li aliyê hikûmeta federal ve were şandin,hema ev hewldan bi ser neket ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî û firaksiyonên Kurdî de li Parlemena Iraqê.
Hêjayî gotinê ye ku destûra bingehîn a Iraqê maf û lênerîna girtiyên siyasî û tebeqeyên din ên civaka Iraqê yên ku ji ber zilm û zordariya dîktatoriyê li ber çavan girtine, garantî dike, ji ber ku madeya 132 a wê destûrê dbêje: “Dewlet garantiya xemsariya malbatên şehîdan û Girtiyên siyasî û yên ku ji pêkanînên keyfî yên rejîma dîktatorî ya têkçûyî bandor bûne dike.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

