Aso Mamend pişevaniya YNK bo her pêngavek bo werzişê piştrast kir
YNK 09:58 PM - 2023-08-03
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî piştevaniya werzişê dike
Endamê Desteya Kar li Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aso Mamend li Debaşanê pêşwazî li Ehmed Miberqe wezîrê ciwan û werzisê di hikûmeta Federal de kir.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Mihemed Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalid Şewanî Endamê Mekteba Siyasî û Sertîb Elî berpirsê Desteya Werzişî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade bûn. Herdu aliyan li vê hevdîtinê de rewşa werziş û ciwanan û cîbicîkirina çend projeyên hevbeş ku xizmeta bihêzkirina rastiya werzişê û pêşxistina şiyanên ciwanan li Êraq û Herêma Kurdistanê dikin, gotûbêj kirin.
Herweha herdu alî tekez li ser bihêztir kirina hemahengî û hevkariyê di hemû warên werziş û ciwanan de kirin û Aso Mamend piştgîriya Yekîtiya Niştimanî ji bo her pêngav û projeyekî dupat kir û got: Debaşan û Mala Serok Mam Celal bê cudahî mala her kesî ye û ji bo her pêngavekê ku xizmeta ciwan û werzişvanên Êraqê bike vekirî ye.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Silêmaniyê de, wezîrê ciwan û werzişê di hikûmeta federal de beşdarî çend çalakiyên werzişî bû û biryare sibe beşdarî palewantiya topa masê ya welatên Erebî bibe, ku li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

