Serok Bafil: Ji bo qerebûkirina Êzdiyan ti gavên pratîk nehatine avêtin
Kurdistan 12:27 PM - 2023-08-03
PUKMEDIA
Jînosayd
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera Jînosayda Êzdiyan peyamek belav kir û ragihand “Ji bo qerebûkirina xwişk û birayên Êzidî tu gavên pratîk nehatine avêtin, lê Êzidî bûne qurbaniyên nekokiyên siyasî û Şengal ku welatê wane weke wêraniyeke piştî şer maye.
Ev naveroka peyamê ye:
Îro 9 sal bi ser jînosayda xwişk û birayên Êzdî re derbas
dibe lê heta niha xwîn ji vê birînê diherike. Heya niha ji bo qerebûkirina wan xwişk û birayan ti gavên
pratîk nehatine avêtin, lê ew dibin qurbaniyên nekokiyên siyasî û Şingala wan
ku welatê wane piştî şer wêrankirî maye. Nabe dilsoziya bi Êzdiyan re tenê di
dirûşme de bimîne û divê em hemû gavan bavêjin, gavên ku bi ruhekî niştimanî û
mirovî be ku bibe beşek ji vegera hêviyê bo xwişk û birayên me, ne ku birînên
wan kûrtir bike.
Berpirsiyariya me hemûyan e ku em vê tawana mezin ji bîr
nekin û kar bo naskirina wê wek Jînosayd bikin, herweha em helwesta wan welatên
ku bi fermî ew tawan wek Jînosayd pejirandine û dane naskirin ji bîr nakin.
Herweha em bang li Hikûmeta Êraqê dikin ku erkên xwe yên yasayî û mirovî yên li
hember Êzidiyan bi cih bîne û ji bo qerebûkirina Êzidiyan û avakirina Şengalê
êdî paşguh neke.
Silav li giyanê şehîd û qurbaniyên vê tawana ne jibîrkirî û
serxweşiyê li xwişk û birayên me yên Êzdî yên berxwedêr.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Pukmedia
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

