Serok BafIl: Divê jiyana gel bi nakokiyên siyasî ve neyê girêdan
Kurdistan 11:10 PM - 2023-08-02
Ofîsa Serokê YNKê
Serokê YNKê û Baliyozê Yekîtiya Ewrûpa
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, îro Çarşemê, li avahiya Mekteba Siyasî li Hewlêrê, pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Vill Varjula ku bi helkefta bidawîhatina erkên xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû kir.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî pesna palpiştiya Vill Varjula û Yekîtiya Ewropayê ji bo herêmê û Iraqê di warên siyasî, aborî, ewlekarî û mirovî de kir, ku wan roleke girîng lîstine û bûne sedem ji bo bidestxistina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkan û hêviya serkeftinê di erkên wî yên pêşerojê de jê re xwestin.
Di civînê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina yasaya bûdceyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser vegerandina bo destûrê jî kirin ku bingeha çareserkirina pirsgirêkan e.
Serok Bafil Celal Talebanî di derbarê hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serxistina proseya çaksaziyê û cîbicîkirina bernameyên xizmetguzariyê got: “Pêwîste jiyana welatiyan bi nakokiyên siyasî ve neyê girêdan û pabendbûna bi dabînkirina mûçeyên darayî yek ji erkên me ye, ji ber ku em dixwazin herêma me di hemû waran de ber bi avadankirin û aramiyê ve gavê biavêje û di vî warî de emê berdewam bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

