Serok Bafil spasiya Brîtanya dike
Kurdistan 06:19 PM - 2023-08-01
PUKMEDIA
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî spasiya hikûmet û gelê Brîtanyayê kir ji ber biryara naskirina komkujiya li dijî kurdên êzdî wek jenosîd û ragihand: Erkê her kesî ye ku mafên kurdên Êzdî biparêze.”
Nivîsa daxuyaniyê.
Biryara hikûmeta Brîtanya ya naskirina jenosîda kurdên êzdî gaveke erênî û teşwîqker e ji bo bêtir ronîkirina tawanên ku li dijî êzdiyan û kurdan bi giştî hatine kirin.
Em ji bo vê biryara dîrokî spasiya Hikûmet û gelê Brîtanyayê dikin û xebatên wan ên ji bo pêkanîna edaletê teqdîr dikin.
Li ser asta Kurdistanê jî erkê me hemûyane ku hewlên xwe ji bo bidestxistina piştgiriya civaka navdewletî ji bo naskirina tawanên ku li dijî gelê me wek jenosîd hatine kirin û parastina mafên kurdên Êzdî zêdetir bikin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

