YNK: Divê qirkirina Êzidiyan weke karteke siyasî neyê dîtin
Kurdistan 05:18 PM - 2023-08-01
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya nehemîn salvegera tawana jenosîda li dijî kurdên êzîdî û êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser bajarê Şingalê û derdora wê de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha tê gotin:
Di nehemîn salvegera karesata jenosîda li dijî kurdên êzîdî û êrîşa terorîstên DAIŞê li ser bajarê Şingalê û derdora wê, ku tê de tawanên herî hovane li dijî mirovatiyê pêk anîn, tevî bizavên berdewam ên kurdan bi hemahengî ligel hikûmeta federal û hevkarîkirina aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî ji bo rakirina şopa tawanan, lê hîn birînên wê sax nebûne, ji ber ku tevî rizgarbûna ji destê DAIŞê, destên nûavakirinê negihiştiye wan navçeyan, û hejmareke mezin ji welatiyên kurd ên êzîdî li kamp û çadiran di nav koçberiyê de jiyaneke nebaş dijîn.
Piştî derxistina DAIŞê ji van deveran, tevî ku hejmareke zêde ya dîl û keçên kole yên revandî hatine rizgarkirin, lê pêwîst e em hewlên xwe zêdetir bikin ji bo dîtina çarenivîsa wan kesên ku ji rojên karesatê ve winda bûne.
Em erkê her kesî dibînin ku Şengal û derdora wê ji her m metirsiya biparêzin û piştî dewra paşvekişîna tirsonek û xemsariya netewî, nabe ev doz wek karteke siyasî bê girtin û êş û azarên xizmên me yên li Êzdiyaxanê berdewam be.
Di vê salvegerê de jî em bejna xwe li ber ruhê şehîdên ku di encama cinayeta Şengalê de şehîd bûne, silav dikin û hêviya aramiyê ji malbatên wan ên bi rûmet re dixwazin.
Politburo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

