Pîre: Serok tekez kir ku nabe debara welatiyan tevlî cudahiyên siyasî bibe
Kurdistan 03:30 PM - 2023-07-28
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîre
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku serdana Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bo Bexdayê bi mebesta şandina mûçe û mafên gelê Kurdistanê ji bûdceya federalî bû.û erk serkeftî bûn , biryare hikûmeta Federl mûçeyên karmendan di hefteya dahato de bişîne.
Saadî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel televizyona gelê Kurdistanê got: Serok Bafil Celal Talebanî di civîna xwe ya li Bexdayê de ji serokwezîrê federal Mihemed Şiya El-Sûdanî re got: “Nabe welatî û karmendên herêmê bên sizakirin û debara jiyana welatiyan bi nekokiyên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal de neyê tevlihevkirin, lewra armanca serdana Serok bo Bexdayê ew bû ku şandina mûçe misoger bike û hewlên wî bi serketî bi dawî bûn, ji ber ku dê di destpêka heftiya bê de mûçe bên şandin.
Saadî Pîra got jî: Serok Bafil Celal Talebanî ji hemû aliyên Bexdayê re eşkere kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amadeye hilbijartinan bike, bi mercê ku ew hilbijartin bi awayekî dadmend û şefaf bin û li gor yasayeke nû û lîsta helbijartinan a serastkirî birêve biçe, û ya ku tê gotin ku Yekîtî na bi hilbijartinan re ye derewe û buxtane, û destnîşan kir ku "Hilbijartinên berê gelek destwerdan pêk anîn, û kursiyên hilbijartinê ketine yekdestdariya aliyek, lewra em ê nehêlin ku komployên li pişt perdeyê yên li dijî me qebûl bikin.”
Derbarê rewşa Kerkûkê de jî, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê got: Kerkûk ji aliyê Serok Mam Celal ve rastî girîngiyeke mezin hat û hertim di hemû civîn û konferansan de behsa çareserkirina kêşeyên parêzgehê kir û em ji xizmetkirina xelkê Kerkûkê bernadin û emê di vê derbarê de rêya Serok Mam Celal bişopînin û got: Ji vê helwêstê ve Serok Bafil hertim tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste aliyên Kurdistanî bi yek lîste beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin. zêdetir xizmetê ji welatiyên xwe re bikin û mafên wan biparêzin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

