YNK ji bo Gorranê: Divê em rihê hevpeymaniyê vejînin
Kurdistan 05:27 PM - 2023-07-25
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Gorranê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya salvegera damezrandina Tevgera Gorran pîrozbahî li serkirde, çalakvan û alîgirên Tevgera Gorran kir û got:“Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi zindîkirina rihê hevgirtin û pêkvejiyana serdemê her du serok nemir Mam Celal û Rewanşad birêz Nûşêrvan heye, ji ber ku xalên hevbeş di navbera me de alîkariya hevgirtin û pêkvejiyanê dikin.’’
Nivîsa Peyamê
Birêzan Serkirde ,çalakvan û alîgirên Tevgera Gorran;
Bi helkefta çardehemîn salvegera Tevgera Gorran em bi germî pîrozbahiyê li we dikin.
Bi vê minasebetê em silavan li ruhê Rewanşad birêz Nûşîrvan Mistefa dikin ku nîv sedsal ji jiyana xwe ji bo tekoşîna serkeftin û rizgariya gelê Kurd terxan kiribû.
Xatûn û birêzan, îsal dema ku em bîranîna damezrandina Tevgera Gorranê wek hêzeke siyasî ya bibandor li Kurdistanê dikin, ji her demê zêdetir pêdiviya me bi vejandina ruhê hevpeymanî û yekrêziya serdema serokê nemir Mam Celal û Rewanşad birêz Nûşêrvan heye, ji ber ku xalên hevbeş ên di navbera me de alîkariya me dikin ku em bi hev re berdewam bin û têkoşînê bikin.
Bi taybetî di çarçoveya hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê de, ku pêwîstî bi yekrêzî û yek helwestiya Kurdan heye.
Her şad û bextewar bin
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

