46 Salvegera Şehadeta serkirde Hema Xefûr Axcelerî û rêhevalên wî
YNK 07:20 PM - 2023-07-23
PUKMEDIA
Heme Xefûr Axcelerî
23ê Tîrmehê salvegera serkideû qehremanekî şsreşa nû yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hema Xefûr Axcelerî û hevrêyên wî yên ku bûne mînaka cesaret û fedakariyê ye.
Mihemed Xefûr Ehmed, bi nasnav Hema Xefûr Axcelerî, di sala 1939’an de di malbateke kurd a naskirî de li bajarokê Axcelerê ji dayîk bûye.
Malbata vî kurê hêja xwedî dîrokeke wêrek, kurdewarî û fedakarî ye. Şehîd nemir (Hema Xefûr Axcelerî) di Îlona sala 1961ê de beşdarî şoreşê bû û ji ber mêrxasî, sebir û moralê xwe yê bilind, di demeke kurt de bû serdestey heval û fermandarekî bi navê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Vî fermandarê bê westan di şoreşa Eylûlê de gelek çîrokên bê wêne tomar kirin û ligel birayên xwe yên Pêşmerge li Çemçemal û Axcelerê bi dehan êrîşên hêzên rêjîmê têk birin ku hertim bawerî bi serketinê hebû.
Şehîd Hema Xefûr ku tevahiya jiyana xwe ji bo Kurd û Kurdistanê terxan kiribû, di sala 1976an de tevlî şoreşa nû ya gelê me bû û berpirsatiya siyasî û leşkerî ya desteyên sereke yên Kerkûkê girt ser milê xwe û bi kurtî karî girseyeke mezin li dora meşaleyên şoreşa nû bicivîne.
Çalakiyên siyasî û leşkerî yên şehîd Hema Xefûr li Kerkûkê ewqas kûr û berfireh bûn ku tirseke mezin xistiye dilê dijminên azadiyê, Rêjîmê hemû hêza xwe ji bo jinavbirina Haloyê bilind ê Kurdayetiyê bikar anîn û di dawiyê de pîlana reş a çeteyan di 23’ê Tîrmeha 1977’an de bi xencereke jehrîn xwîna şehîd Heme Xefor û 7 pêşmergeyên din hat rijandin û şeke mezin xist dilê dilsozên Kurd.
Silav li ser giyanê serokê nemir Mam Celal, şehîd Hema Xefûr û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

