Badel Berwarî: Zextan Umêd Beroşkî serbest berdan
Kurdistan 08:33 PM - 2023-07-22
PUKMEDIA
Rojnamevan Umêd Beroşkî
Piştî ku dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî, Umêd Beroşkî dadgehkirina wî weke komploya serokwezîr bi nav kir û heman şev ji aliyê asayişa Dihokê ve hat revandin, lê piştî kêmtir ji 24 saetan hat berdan.
Umêd Beroşkî: Asayîşa Duhokê ez revandimRojnamevan û çalakvanê Badînanê Umêd Beroşkî ji PUKMEDIA re ragihand: “Heman roja ku Şêrwan Şêrwanî hat mehkûmkirin, asayîşa Duhokê bêyî biryara dadwerî ez ji mala min revandim.
“Nêzîkî 24 demjimêran ez di nav asayîşa Duhokê de mam û piştre biryara berdana min da, heta ku ez hatim berdan ti pirs ji min nehat kirin.
Çima Umêd Beroşkî hat girtin ?Mamosta û çalakvanê devera Badînan Bedel Berwarî ji PUKMEDIA re ragihand: “Piştî ku Şêrwan Şêrwanî bi 4 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin, Umêd Beroşkî li pêş dadgeha Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de rexne li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Çawa hat girtin?"Heman êvarî rexne li serokwezîr girt, Umêd Beroşkî ji aliyê hêzeke asayişê ve ku bi tenê li malê bû hat girtin. Piştre hêzên ewlehiyê telefonî malbata wî kirin û ji wan re gotin ku Umêd Beroşkî li cem me ye û divê telefona wî ya desta jê re bînin.
Çawa hat berdan?Berwarî got: “Cezakirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî bûye sedema gelek bertekên navxwe û derve û wan biryara berdana Umêd Beroşkî da ku fişarên li ser wan sivik bikin, ji bilî ku dixwazin wê yekê weke destkeftek ji bo serokwezîr nîşan bidin.
Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegeran, herî kêm binpêkirinên li dijî rojnamegeran li Silêmanî û Helebceyê hatine kirin, lê Duhok di rêza yekem a binpêkirinan de ye û piştî wê jî Hewlêr bûye.
Li gor amarên Rêxistina Rojnamegeran, di şeş mehên borî de, herî kêm tundûtûjiyê li dijî rojnamevanan li Silêmaniyê bi tenê çar halet heye, piştî wê Helebce bi 5 haletan, lê bilindtirîn rêjeya tundûtûjiyê li Duhokê bi 25 haletan û li Hewlêrê jî bi 16 haletan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

