Rojnamevan Umêd Beroşkî hat revandin
Kurdistan 01:55 PM - 2023-07-21
PUKMEDIA
Rojnamevan Umêd Beroşkî
Piştî rûniştina ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî lê dihat darizandin, rojnamevan Umêd Beroşkî yê ku Mesrûr Barzanî rexne kiribû, ji aliyê PDK’ê hate revandin.
Duh Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birîbû.
Parêzerê girtiyên Behdînanê Remezan Hertîzî têkildarî biryara dadgehê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû “Dadgeha Hewlêrê li gorî madeyên 295 û 298, bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Emîn birî, ku ev yek jî nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Kurdistanê nîşan dide.”
Yek ji hevalên Şêrwan Şêrwanî, Umêd Beroşkî jî têkildarî 4 sal cezayê ku li Şêrwan Şêrwanî hatiye birîn duh axivî û gotibû; “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî biriye, ev biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye. Bi fikir û hişmendiya leşkerî û îstîxbaratî welat nayên birêvebirin. Lewra ev biryar li dijî dengê nerazî yê Behdînanê hat dayîn. Pêwîst e em li dijî vê biryarê bin û helwestê nîşan bidin.”
Piştî vê daxuyaniyê, Umêd Beroşkî duh bişev hate revandin.
Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd da zanîn ku duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî li Dihokê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye revandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

