Huqumkirina Şêrwan Şêrwanî dûrketina ji rêgezên azadiyê ye
Kurdistan 11:57 AM - 2023-07-21
PUKMEDIA
Mekteba Ragihandinê YNK'ê
Mekteba Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser jinûve girtina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ji bo 4 salan daxuyaniyek da û got:“Gelê qelem û xebatkarên sivîl û demokrat li Kurdistaneke ku bi azadî û aştiya xwe serbilind e, heqê azadî û rêzgirtinê ne, ne zindan û sînordarkirin.’’
Nivîsa daxuyaniyê.
Piştî ku Dadgeha Hewlêrê cara duyemîn 4 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî, careke din bi xemgînî, bi sedan xalên pirsiyar hatin bilindkirin.Azadiya gotinê û azadiya rexne û weşanê li Kurdistanê di bin pirseke cidî de ye û raportên navdewletî yên rêxistinên mafên mirovan û rojnamevaniyê weke berê jîngeha azadiya Herêma Kurdistanê bi metirsîdar binav dikin û îftira li wan nehatiye kirin.
Dadgeha Hewlêrê roja 16ê Sibata 2021ê, li gor madeya 156 a yasaya cezayên Êraqê, 6 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî û 4 kesên din birî.
Şêrwan Şêrwanî di 20/7/2023 bo cara duyem li gor madeyên 298 bi 4 sal zîndan hat mehkûm kirin.
Di dema ku dadgeh dikaribû di çarçoveya yasa û rêzikên Kurdistanê û yasaya rojnamevaniyê de bihata kirin, her çend di bingeh de nivîsandin û weşangerî ne sûc e ku cezayê girtîgehê lê were birîn, me hemûyan hêvî dikir ku dadgeh êdî nekevin bin bandor û zexta qada siyasî û dergehek ji bo axaftin û rexnekirinê, da ku nav û dengê azadiya derbirînê li herêma me xirabtir nebe.
Nivîskar û çalakvanên medenî û demokrat li Kurdistaneke ku bi azadî û aştiya xwe serbilind e, heqê azadî û rêzgirtinê ne, ne zindan û sînordarkirin.
Mekteba Ragihandinê
21/07/2023
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

