Tepeserkirina azadiya raderbirînê karê sîstemên dîktatorî ye

Kurdistan 11:19 AM - 2023-07-21
Hakim Qadir Hemecan û Balyozê Awustralya li Êraqê Rûpela Facebookê ya Hakim Qadir Hemecan

Hakim Qadir Hemecan û Balyozê Awustralya li Êraqê

YNK Herêma Kurdistanê Pêyiwendiyên Dîplomasî

Endamê Encûmena Bilinda Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hakim Qadir Hemecan pêşwaziya Balyoza Awustralya li Êraqê Paula Ganley û cîgira wê li Silêmaniyê kir.
Divê mirov bê tirs nêrînên xwe bînin ziman
Her du alî behsa metirsiyên li ser azadiya derbirrîn û rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste xelk bikarin bi azadî û bê tirs û gef û tehdîd nêrînên xwe bînin ziman û rojnamevan jî bigihin zanyariyan.
"Di civakên vekirî û demokratîk de azadiya xweîfadekirinê weke mafekî bingehîn tê qebûlkirin û tepeserkirina azadiya xweîfadekirinê kiryareke sîstemên dîktatorî û totalîter e. Her du aliyan tekez kirin ku pêwîst e ji bo azadiya ramanê jîngeheke xweştir were afirandin."
Divê hemû alî statuya herêmê biparêzin
Di hevdîtinê de Hakim Qadir pesna rola Awustralya û hevpeymanan di yarmetîdana hêzên Pêşmerge de kir û got: Ew bi asteke berpirsatî li proseya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge dinêrin û erkê her kesî ye ku bi cidî li ser amûr û mekanîzma kar bikin û got:“Encamên vê pêvajoyê dê bibe sedema avakirina hêzeke netewî û yekgirtî û tekez kir ku divê îradeya yekîtiyê li ser îradeya parçebûnê bi ser bikeve.
Di beşeke din ya civînê de her du alî behsa girîngiya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa petrol û gazê kirin, ji aliyê xwe ve Hakim Qadir Hemecan got:“Bê lihevkirina hemû aliyên siyasî statûya herêmê nayê parastin û divê hemû alî bi ruhekî welatparêzî statuya herêmê biparêzin.”
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket