Komîsyona Hilbijartinên Êraqê: Em dikarin sala bê helbijartina birêve bibin
Kurdistan 04:36 PM - 2023-07-19
PUKMEDIA
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di sala bê de
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê pêşniyar dike, roja 18ê Sibata 2024an yan rojek piştî wê rojê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan û tekezî li wê yekê dike ku nikarin herdu hilbijartinên encûmena parêzgehên Êraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê bi awayekî fermî bersiva nivîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser serperiştîkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daye û dibêje: “Em pêşniyar dikin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 18ê Sibata 2024an, an jî rojek piştî wê rojê were encamdan. Em nikarin herdu hilbijartinên encûmena parêzgehên Êraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin, çimkî herdu hilbijartin taybetmendiyên xwe hene û ji bilî wê, hinek sedemên din ku pêwendiya wê bi aliyê hunerî û îdarî ve hene.”
Nivîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê duh sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û îmzeya Serokê Encûmena Komîsyaran Umer Ehmed Mihemed li ser e. Di beşeke din a nivîsê de sedema biryarê "ji bo rêkxistin û birêvebirina başî ya proseya hilbijartinan ji hemû aliyan ve û ji bo ku hilbijartin hevta be ligel standardên cîhanî û garantiya silametiyê, şefafiyet û kalîteyê bide" hatiye diyarkirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê pêwîst dibîne ku beriya lîsteya destpêkirina karên wan di roja 1ê Tebaxa 2023an de dest pê bike, Serokatiya Herêma Kurdistanê nivîseke Herêmî li ser roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derbike, çimkî wek di nivîsê de hatiye diyarkirin, "her çiqas derkirina nivîsê dereng bikeve, dema zêdetir diçe ser wê roja ku Komîsyonê ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar kiriye û hilbijartin paş dikeve".
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

