YNK dê bi Zahmetkeşan û Komunîstan re bicive

Kurdistan 11:54 AM - 2023-07-18
Logoyên YNK, Partiya Zahmetkeşan û Partiya Komunîst PUKMEDIA

Logoyên YNK, Partiya Zahmetkeşan û Partiya Komunîst

YNK Kurdistan

Biryar e îro Sêşemê şandeke bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê serdana Partiya Zahmetqeşan û Partiya Komunîst a Kurdistanê (CPK) bike.
Li gor zanyariyên PUKMEDÎAyê, civîna li gel Partiya Zahmetkeşan û Partiya Komunîst berdewamiya civînên berê yên li gel partiyên Kurdistanî ye û behsa hilbijartinan û çend mijarên din ên giring hatiye kirin.
Ev civîn bi mebesta pêkhatina lihevhatineke Kurdistanî û beşdarbûna di hilbijartinên parêzgehên Êraqê de tên ku biryare dawiya vê salê were kirin û bi  yek lîst li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê ykurd beşdar bin.
Berî niha YNKê li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Civaka Dadwerî ya Kurdistanê, Tevgera Gorran û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê civiya û çend mijarên girîng ên girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Berpirsê Desteya Pêwendiyên Kurdistanê û Endamê Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Salar Serhed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re got: Serdana partiyên Kurdistanî di çarçoveya înîsiyatîfa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ye ku ji bo parastina statûya kurdan li navçeyên bi nakok û tekezkirina li ser Kurdistanîbûna van deveran hatiye destpêkirin.
Wî zêde kir:"Di civînên xwe de me tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyên Kurdistanî li Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn bi yek lîsteyê beşdar bibin. Partiyên Kurdistanî li ser hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê û herêmên din kurdî yên li derveyî rêveberiya herêmê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li hev kirin."
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket