Bi hewldana YNK pirojeya Parêzgariya Helebce di rojeva Parlmentoyê de ye
Kurdistan 05:36 PM - 2023-07-17
PUKMEDIA
Helebçe
Serokayetiya encûmena nûnerên Êraqê razî bû ku proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce bikeve rojeva encûmenê piştî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza vê pêngavê kir û nûnerê Yekîtiya Niştimanî jî dibêje: Encûmen wê xwendina sêyem proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce di parlamentoyê de bike dê di zûtirîn dem de ronî bibe.
Encûmena Nûnerên Êraqê roja şemiyê 15.07.2023ê yekem civîna xwe ya asayî di gera duyem a yasayî ya sala duyem a hilbijartinan de bi amadebûna 178 parlamenteran li dar xist.
Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Hema Şerîf di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Piştî ku me daxwaz ji Serokatiya Parlamentoyê kir ku di demek nêzîk de xwendina sêyem ya proje qanûnê were kirin û pirsa Helebce bibe parêzgeha 19 a Êraqê, di vê çarçoveyê de Serokatiya Parlamentoyê ev daxwaz pesend kir û pêşniyara komîteyeke Herêman jî kir ku di zûtirîn dem de proje yasayê bikeve rojevê.
Wezareta Plandanînê Federalî a Êraqê 9/7/2023an bi fermî sînorên cografî yên parêzgeha Helebce diyar kir û yek ji wan tedbîran bû ku bibe parêzgeha Helebce û ya ku maye tenê xwendina sêyem a proje yasaya parlamentoya Êraqê ye ku bi fermî bibe parêzgehek nû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

