Serok: Ji bo cîbicîkirina madeya (140) karekî ciddî pêwîste
Kurdistan 04:52 PM - 2023-07-17
PUKMEDIA
Kerkûk
Rêzdar Serokkomar Dr.Ebdulletif Cemal Reşîd amaje bi pêwîstiya karekî ciddî ji bo cîbicîkirina madeya (140) ya destûrê û bidawîanîna pirsgirêkên daliqandî di derbarê wê de bi awayekî ku mafê hemûyan bê parastin, kir.
Birêz serok bal kişand ser giringiya şopandina cîbicîkirina biryarên Desteya Bilind ji bo cîbicîkirina madeya destûrî (140) bi lidarxistina civîn û kombûnên li gel dezgehên pêwendîdar û giringîdan bi vê dosyayê, ku bandorê li ser jiyana xelkekî berfireh dike ku beşeke ji pêkhateyên civaka Êraqê.
Pêştir cenabê wî bi awayekî cuda li gel şandekê ku ji hejmarek cotkar û kolberên parêzgeha Kerkûkê û endamê Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya (140) ya Destûra Bingehîn birêz Babiker Sidîg Ehmed pêk dihat, civiyabû û guhdariya wan kiribû, derbarê pirsgirêkên ku rûbirûyê wan dibin, bi taybetî di çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi zeviyên çandiniyê û aktîvkirina Made (140).
Heyet piştî hevdîtina bi Serokkomar re çendîn hevdîtin ligel berpirs û dezgehên pêwendîdar pêk anîn û di encamê de gavên rast hatin avêtin ji bo cîbicîkirina biryara hijmara (29) a sala 2012ê ya civata wezîran bi mebesta dîtina çareyên guncaw ji bo azarên cotkarên Kerkûkê.
Cenabê Serok ferman da ku komîteyek di Serokatiya Komarê de ji bo şopandina cîbicîkirina biryarên Komîteya Bilind a Destûra Bingehîn (140) ji aliyê wezaret û saziyên pêwendîdar ve were avakirin û raporekê pêşkêşî cenabê xwe bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

