YNKê hewl dide hevpeymaniyeke berfireh a Kurdistanî pêk bîne
Kurdistan 05:52 PM - 2023-07-13
PUKMEDIA
Armanca YNK yekitiya rêzên Kurdan li herêmên Kurdî ye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encumena parêzgehên Êraqê bibin ku biryare di dawiya îsal de were lidarxistin û endamekî Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî dibêje, ti xetekî sor nine li ser ti partiyekê, lê belê ji hemû partiyan dixwaze ku heman nêrîna yekîtiya Niştimanî hebe.
Çêkirina lihevhatineke kurdî li herêmên kurdîDi vê derbarê de li ser pêşniyara Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, duh 12.07.2023 şandeke mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana her du Komala Dadweriya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir ji bo pêkhatina lihevhatineke Kurdistanî û beşdarbûna di hilbijartinên parêzgehên Êraqê de, bi yek lîst li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê.
Serokê şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Hema daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên dadmend û zelal bibin û bi dengên xwe Kurdistanîbûna wan navçeyan îsbat bikin.
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û berpirsê lijneya hemahengî û şopandinê di saziya hilbijartinên YNKê de Letîf Nêrvayî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Peyama Serok Bafil Celal Talebanî û helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê hilbijartinên parêzgehên Êraqê de, di çarçoveya wê berpirsyariya dîrokî de ye ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hilgirtiye ser milê xwe.
YNKê li ser ti aliyan xetên sor nîneEndamê Encumena Serkirdayetiyê got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi armanca pêkanîna hevpeymaniyeke berfireh ya Kurdistanî li navçeyên nakok, hewl dide ku li wan deveran herî zêde destkeftan bi dest bixe û piştre jî erkê parêzgarê Kerkûkê vegere da ku xizmeta hemû pêkhateyan bike ku ji bo pêkanîna yekîtiyê û YNKê "Ti xetên sor li ser ti aliyekî siyasî nîne, berovajî, ew daxwaza beşdariya hemû aliyan di vê hevpeymaniyê de û erêkirina Kurdistanîbûna wan navçeyan dike."
Letîf Nêrvayî amaje bi wê yekê jî kir ku “Yekîtiya Niştimanî dixwaze metirsiyan ji ser Kerkûk û navçeyên din yên bi pirsgirêk derxîne û ev yek jî tenê bi yekrêziya deng û helwesta Kurdî pêkan e û bi vê helwêstê şanda Mekteba Siyasî li ser pêşniyara Serok Bafil serdana Komala Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî kir."
Mafên Kurdan garantî bikinBerpirsê Navenda Rêxistinên Hemrînê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şukur ji PUKMEDIA re ragihand: “Armanca Yekîtiya Niştimanî yekxistina dengê Kurd li navçeyên nakok e, daku hejmareke herî zêde ji nûnerên Kurd bigihîne encûmenên parêzgehan. “Yekîtiya Niştimanî her tim ji bo parastina giranî û statûya kurdan li navçeyên nakok esas digire , lê berjewendiyên teng ên xwe hizbî kiriye qurbanî, di heman demê de partiyek heye ku hemû bi berjewendiyên hizbî ve mijûl e û hewl dide ji hev belav bike, dengê Kurdan li wan deveran, lê Yekîtiya Niştîmanî rê nade wê yekê û hertim hewl dide mafên Kurdan garantî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

