Şalaw Kosret Resûl: YNKê her dem parastina navçeyên Kurdistanî kiriye

Kurdistan 05:35 PM - 2023-07-10
Şalaw Kosret Resûl serdana baregeha Xaneqînê dike PUKMEDIA

Şalaw Kosret Resûl serdana baregeha Xaneqînê dike

YNK Madê 140

Şalaw Kosret Resûl serdana baregeha Xaneqînê kir û got: ‘’YNK weke her car parêzvaneke bihêz a xelkê navçeyên Kurdistanê ye û hewl dide baştirîn xizmet ji wan re bike.’’

Di civînê de helwesta YNKê û gavên bê hatin gotûbêjkirin
Îro danê sibê roja duşemê 10.07.2023ê Şalaw Kosret Resûl li gel rêheval Burhan Seîd Sofî û Serkawt Zekî endamên Deftera Siyasî û hejmarek ji endamên serkirdayetiyê serdana navenda bajarê Xaneqînê kirin û ji aliyê rêheval Şêrko Mîrweys û xebatkarên wê ve hatin pêşwazîkirin.
Şalaw Kosret Resûl di civînekê de li gel kadroyên îdarî û kadroyên herêmê, bi kurtî behsa rewşa Kurdistan û Êraqê, helwesta YNKê li hember pirs û karê organên hizbî û pêngavên bê yên xebatê kir.
Şalaw Kosret Resûl: Pêwîste Kurd yekgirtî bin
Di beşeke din ya civînê de Şalaw Kosret Resûl behsa girîngiya hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste Kurd yekdeng bin û hewl bidin ku dengên herî zêde bidest bixin û telîmat da kadro û rêhevalên herêmê ku bi dilsoziyeke herî mezin bixebitin û hewl bidin ku bi qasî ku pêkan e dengdêr beşdarî pêvajoyê bibin.
Her wiha got: YNK hertim bergiriyek bihêz a xelkê navçeyên Kurdistanê ye û hewl dide baştirîn xizmet ji wan re pêşkêş bike, ev yek jî dê bi hewl û cesareta hemû pêkhateyên YNKê pêk were.
Hevalên beşdar di civînê de bi têbînî û nerînên xwe û pêngavên zêdetir ji bo xebat û beşdariya her kesî di xizmeta gel de û pêngavên serkeftina bernameya YNKê li navçeyên Kurdistanê beşdarî gotûbêjan bûn.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket