Serokkomar: Çareserkirina kêşeya cotkarên Kerkûkê bi destûr û madeya 14
Kurdistan 11:45 PM - 2023-07-09
PUKMEDIA
Serokkomarê Êraq
Birêz Ebdulletîf Cemal Reşîd birêz Serokkomarê îro Yekşem 09.07.2023 li Koşka Bexdayê pêşwaziya şandekî ku ji hejmarek ji cotkarên parêzgeha Kerkûkê pêkhatibû bi amadebûna Serok Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya herêmê birêz Fehmî Burhan.
Birêz Serok tekez li ser pêwîstiya dadperweriya xelkê Kerkûkê ji hemû pêkhateyan kir û amaje bi wê yekê kir ku bajarê Kerkûkê di deh salên borî de ji ber siyasetên stemkarî û paşguhkirinê yên rêjîma berê gelek ziyan dîtiye û amaje bi pêwîstiya çareser kirina kêşeyan kir bi awayekêmafên xelkê bê garantîîkirin.
Herwiha cenabê wî bal kişand ser kar ji bo betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî ji bo gihîştina çareseriyên guncav ji bo hemûyan û amaje bi giringiya wergirtina biryarên rast û yasayî ji bo çareserkirina kêşeyên gundî û cotkarên Kerkûkê kir.
Serokkomar bal kişand ser pêwîstiya pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên Kerkûkê de kir, ku bi dehan sal e di nêzîkbûn û hezkirinê de dijîn û giringiya bihêzkirina ewlehî û xizmetguzariyê ji bo hemû welatiyan.
Amaje bi wê yekê jî kir ku Serokayetiya Komarê amade ye ku destê alîkariyê dirêjî hemû pêkhateyan bike û alîkariya wan bike ji bo bidestveanîna çareseriyên bingehîn û bi hemahengî ligel dezgehên şareza ji Encûmena Bilind a Dadwerî, Komîteya Madeya (140) û Wezaretên Dad û Çandiniyê û rayedarên pêwendîdar û cenabê wî arastey şandê kir ku bi hejmarek ji birêzan wezîr û saziyên pêwendîdar ên dewletê re hevdîtin û hevpeyvînan pêk bînin.
PUKEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

