YNK nahêle Kerkûk bibe navendeke leşkerî
Kurdistan 07:59 PM - 2023-07-05
PUKMEDIA
Kerkûk
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li hember her hewleke neyasayî û guhertina rastiya demografîk û xwezayî ya Kerkûkê radiweste û piştgiriya pêkvejiyana li parêzgehê dike.
Cîgira Çavdêrê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Sîrwan Kûxa Necm ji PUKMEDIA re ragihand di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) derbarê destpêkirina hêzeke Heşda Şeibî ji bo avakirina kampekê li taxeke niştecihbûna bajarê Kerkûkê got: Hêza Heşda Şeibî hertim hewl dide zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî dagîr bike û di vê çarçoveyê de hêzeke wan 20 donim li taxa Şûra ya ku Kurd lê dijîn dagîr bikin ku li ser wê kampekê ava bikin, lê em li dijî wê rawestiyan û hewldana wan me têk bir.
"Yekîtiya Niştimanî hertim tekezî li ser giringiya bihevre jiyankirin û hemahengiya di navbera pêkhateyan li Kerkûkê dike û li dijî her hewleke erebkirina bajêr radiweste û dest ji Kerkûkê û girseyên wê bernade. Em xwe xwediyê Kerkûkê dibînin û ji bo vê yekê jî em li dijî destwerdanê radiwestin." Sîrwan Koyxa Necm dibêje, ev yek dibe sedema têkdana ewlekariya bajêr."
Yekîtiya Niştimanî li dijî çekdarkirina navçeyên niştecihbûnê yeDi heman çarçoveyê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ji kanalên ragihandinê re daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand û têde tekez kir: “Eraziyên ku ji bo projeyên xizmetguzarî û xaniyan hatine terxankirin li bajar nikare bibe navenda leşkerî, em ê li dijî van hemû hewldanan disekinin."
Û di daxuyaniya firaksiyona Yekîtiya Niştîmanî de hatiye: "Me berpirsên hikûmeta herêmî û federalî li ser vê mijarê agahdar kirin, û me hişyarî da hemû aliyan ji van binpêkirinan, eger çareser nebe emê bibin xwedî helwestên cidî."
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo aramkirina parêzgeha Kerkûkê û navçeyên nakok, xwîn û şehîd dane û rê nade aramiya bajêr û hemû hewlên leşkerîkirina Kerkûkê pûç dike. Yekîtî û parlementerên wê û girseya Kerkûkê hewldana avakirina kampekê ji aliyê hêzên wan ve rawestand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

