Serok Mam Celal Îran wekû kevirê bingehîn ê aramiya navçê dinirxand
Kurdistan 09:41 PM - 2023-07-04
PUKMEDIA
Serokkomar bi heyeta Wezareta Derve ya Îranê re civiya
Birêz Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd îro sêşemî li Koşka Bexdayê pêşwaziya heyeteke wezareta karên derve ya Îranê bi serokatiya alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê Elî Baqirî Kani kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Elî Baqirî Kani silav û pêzanînên Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û serkirdayetiya Îranê gihandiye cenabê Serokkomar .
Êraq û Îran du Welatên dostin
Serokkomar bal kişand ser giringiya peywendiyên bihêz di navbera her du welat û gelên dost di warên curbicur de ji ber ku ew peywendiyên di berjewendiya navçeyê de ne û pêdagirî li ser xurtkirina hevkariyên di warên enerjî û bazirganiyê de kir.
Vegerandina peywendiyan Îran ligel Şahnişîna Siûdiyê faktereke erênî ye
Serokkomar di warê piştgirîkirina Êraqê de spasîya xwe nîşan da û bal kişand ser hemahengî û hevkarîya her du welatên cînar li ser mijarên berjewendîyên hevpar û balkişand li ser vebûna Komara Islamî ya Îranê ji bo welatên navçe û vegerandina peywendiyan ligel Şahnişîna Siûdiyê faktereke erênî ye ji bo bihêzkirina ewlehî û aştiyê ye.
Ji aliyê xwe ve, Misteşarê Wezareta Derve ya Îranê bo karûbarên siyasî, birêz Elî Baqirî Kani, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan û berfirekirina asoyên hevkariyê bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du aliyan de kir û ji bo gelên cîran jî ku Êraq û Îran xwedî dîrokeke mezin a hevkariyê ne.
Serok Mam Celal Îran wekû stûna aramkirina ewlehiya herêmê dinirxand
Alîkarê wezîr amaje bi potansiyela mezin a her du welatan û rola wan ya sereke li navçê ji bo yekkirina ewlehî û îstiqrarê kir û spasî û pêzanînên xwe jî ji bo dilgiraniya cenabê Serok ji bo xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan û nêrîna avaker û stratejîk nîşan da,li ser pêşhatên navçeyê, pesna helwestên serokê nemir Mam Celal Talebanî û piştevaniya wî ji pêwendiyên di navbera her du welatan de. Di vê çarçoveyê de jî serok Ebdulletîf Cemal Reşîd teqez kir ku serokê nemir Mam Celal hevkarî û hemahengiyê bi Îranê re wekû stûna sereke ya aramkirina ewlehiya herêmê ye dinirxand
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

