Serok Bafil Talebanî pîrozbahî li xwendekarên serkeftî dike
Kurdistan 11:12 PM - 2023-07-03
Arşîv
Serok Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, piştî ragihandina encamên îmtîhanan li Herêma Kurdistanê ku êvara duşemê, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê hikûmeta herêmê ve hat eşkere kirin, telgrafeke pîrozbahiyê ji xwendekarên hêja yên qonaxa 12emîn a amadekariyên Herêma Kurdistanê re di hemû şaxên wê yên zanistî, wêjeyî û pîşeyî de şand.
Di peyama pîrozbahiyê ya Serok Bafil Celal Talebanî de wiha ye:
Ji dil û can pîrozbahiyê li hemû şagirtên hêja dikim ku pola 12emîn a lîseyê bi serkeftî temam kirin û gaveke din jî ji bo gihîştina armancên xwe nêzîk bûn.
Ji bo serkeftinê ne tenê rêyek heye, xwendekarên ku ji ber çi sedemê be jî nekarîn vê qonaxê bi serkeftî derbas bikin, piştrast bin ku derfetên we yên zêdetir hene û dê bi hewldanek zêdetir nêzî xewnên xwe bibin.
Bê guman em rol û pozîsyona mamosteyan ji bîr nakin ku di qonaxên curbicur de bi xem bûn ku nifşek tijî enerjî û afirînerî mezin û perwerde bikin, em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin û bi hurmet li hewlên wan dinêrin.
Em ê wek her carê bimînin , piştgiriya xwendekaran bikin û sektora xwendinê bi pêş bixin, berê ez nêzîkî we bûm û di pêşerojê de jî emê xizmetên zêdetir ji we re pêşkêş bikin, hûn ji bo vî gelî sermayeya herî bi nirx in û bê we tu pêşerojeke geş nahê bidestxistin.
Dilsozê we
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

