Yekîtî mûçeyên karmendan bi awayekî yasayî garantî dike
Kurdistan 12:22 PM - 2023-07-03
PUKMEDIA
Budce
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû hêza xwe kar dike ji bo peydakirina mûçe û mafê fermanberên Herêma Kurdistanê û piştî cîbicîkirina yasaya bûdceyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pişka xwe ji bûdceya vê mehê bi temamî werbigire û spasî li ser hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, yasaya bûdceyê berî her tiştî giringiyê bi mûçeyên karmendan dide.
Wezareta Darayî ya Federal ji bo xerckirina budçeyê dê agahiyan bide
Parlamenterê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Dr.Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA
re ragihand: Yasaya bûdceyê piştî ku di rojnameya El-Weqaî ya Êraqê de hat
belavkirin, ket warê cîbicîkirinê.
Got jî: Wezareta Darayî ya Federalî rênimayên cîbicîkirina
bûdceyê derdixe û Herêma Kurdistanê jî li gor yasayê dê pişka xwe ji bûdceya
îsal bi temamî werbigire.
Pêşînî bo mûçe ye
Dr.Bryar Reşîd dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pişka
xwe ji bûdceyê bi temamî werbigire û divê giringî bi mûçeyên karmendan bê dayîn
û piştre jî projeyên xizmetguzarî.
Got jî: Ew xala ku Yekêtiya Niştimanî di maddeya 13 ya
bûdceyê de pesend kiriye, giringiyê dide mûçeyên karmendan û ew tekane
fireksiyona ku daxwaz kiriye ku ev xal di bûdceyê de were danîn bo dabînkirina
mûçeyên karmendan.
Li gorî qanûna bûdceyê dê mûçeyên karmendan bên dayîn
Endamê rûniştina borî ya parlamentoyê Şêrwan Mîrza ji
PUKMEDIA re ragihand: Meaşê hemû fermanberên Êraq û Herêma Kurdistanê dê di vê
mehê de li gorî yasaya bûdceyê li ser xerciya hikûmeta federal be.
Herwaha got: ‘’Di yasayê de hatiye diyarkirin ku giringî bi
mûçeyan bê dayîn û li gor yasayê nayê destûr kirin ku pereyên mûçe ji bo
tiştekî din bê bikaranîn, belku divê destpêkê mûçe bên dabeşkirin û piştre
mûçeyên din bên dabeşkirin. "
Yekîtiya Niştimanî di budceyê de xalek girîng îspat dike
Şêrwan Mîrza dibêje: Divê berî her tiştî mûçeyên karmendan
bê peydakirin û ew xala ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di bûdceyê de daye,
tê de dayîna mûçeyê karmendan jî heye û ev xaleke gelek girîng e.
Got jî: ev xal garantî dide dadperwerî di dabeşkirina
mûçeyan û terxankirina pereyên din bo pirojeyan bi awayekî dadperwerane bo hemû
navçeyên Herêma Kurdistanê.
Garantîkirina mûçeyên karmendan
Parlamenterê berê Şêrwan Mîrza dibêje: Ew xala ku ji aliyê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatiye destnîşankirin gelekî girîng e, ji
ber ku hemwelatî hest bi rehetiyê dikin û mûçeyên xwe garantî dikin.
Got jî: "Li gorî yasayê, mûçeyên karmendan dibe ku
nekeve ber ti metirsiyekê û neyên paşxistin û welatî jî dilniya bin ku mûçeyên
wan garantî bûne."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

