Herêma Kurdistanê pêşwaziya nîv milyon geştiyar dike
Kurdistan 11:24 AM - 2023-07-03
PUKMEDIA
( Dukan)Şûnê geştiyarî
Di cejna Qurbanê ya pîroz de, Herêma Kurdistanê pêşwaziya nêzîkî nîv milyon geştiyar kir, geştyaran serdana hemû deverên geştyarî yên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebce kirin.
Hejmara geştiyaran her diçe zêde dibe
Li gor amarên berdest li PUKMEDIAyê, zêdetirî 113 hezar
geştyaran serdana Parêzgeha Silêmaniyê, 100 hezar geştyaran serdana parêzgeha
Helebce, 30 hezar geştyaran serdana devera Germiyan, Hewlêrê 144 hezar
geştyaran û Duhokê jî 96 hezar geştyaran serdana wan kirine.
Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Rêveberiya Geştûguzariya
Hewlêrê Nerîman Fadil ji PUKMEDIA re ragihand: 144 hezar geştiyar bi boneya
hatina cejna qorbana pîroz gihîştine parêzgeha Hewlêrê û em li bendê ne ku di
rojên pêş de hejmara geştyaran zêde bibe.
Hejmara geştyaran li Parêzgeha Silêmaniyê ji texmînan zêdetir e
Rêveberê Dezgeha Geştûguzariyê li Parêzgeha Silêmaniyê Elî
Reûf ji PUKMEDIA re ragihand: Me pêşbînî dikir ku hejmara geştiyaran li
parêzgeha Silêmaniyê bigihe 100 hezar geştyaran, lê şikir ji Xwedê re ev hejmar
gelek zêdetir bû û gihîşt 113 hezar geştyaran.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Dezgeha Geştûguzariya Duhokê
Rêbwar Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Di rojên derbasbûyî de 96 hezar
geştyaran serdana parêzgeha Duhokê kirine û em pêşbînî dikin di rojên pêş de ev
hejmar zêdetir bibe.
130 hezar geştyar serdana parêzgeha Helebce û Germiyanê kirin
Li gor amarên Rêveberiya Geştûguzariyê li parêzgeha
Helebce, hejmara geştiyarên ku serdana wê parêzgehê kirine, gihiştiye 100 hezar
geştyaran û nêzîkî 30 hezar geştiyar jî gihîştine îdareya Germiyanê.
Berpirsa Dezgeha Geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê Emel
Celal ji PUKMEDIA re ragihand: Hejmareke mezin ji geştyaran serdana navçeyên
geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine û ev hejmar ne dawîn in ji ber ku
hejmara geştiyaran her diçe zêde dibe.
Piraniya geştiyaran ji parêzgehên navend û başûr in
Li gor amarên ku ji aliyê berpirsên geştiyariyê yên
parêzgehên Herêma Kurdistanê ve hatine belavkirin, %75ê geştyaran xelkê
parêzgehên naverast û başûr in û bi mebesta derbaskirina cejnê di nav xwezaya
xweş de serdana Herêma Kurdistanê kirine. %25ê geştyaran ji welatên cîran û
derveyî welat hatine û piraniya wan jî bi rêya deriyên sînorî û firokexaneyan
hatine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

