Komando û polîsên Silêmaniyê ji raya giştî re daxuyaniyek da
Kurdistan 08:20 PM - 2023-07-02
PUKMEDIA
Logoya Asayîş û Komando
Rêveberiya Polîsên Komandoya Kurdistanê û Silêmaniyê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin û got, "Nûçeyek heye ku tê gotin, hêzeke Komando ya Kurdistanê û yekîneyên polîs ên Raperînê di navbera wan de alozî kirine, li vir em ji her kesî re radigihînin ku ev nûçe bi tevahî ne rast e.
Komandoyê Kurdistanê: Xakê biparêze û xizmeta gel dike
Fermandeyê Komando yê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand îro yekşemî piştî nîvro, çekdarekî nenas li nêzîkî firokexaneya Silêmaniyê gule berdan otombîleke ku tê de jin û zarok hebûn, di encamê de kesek birîndar bû. Di wê demê de karmendekî hêzên komando dema ji erka xwe vedigeriya li cihê bûyerê bû û rê li ber tohmetbar girt ku nebe sedema karesateke nexwestî.tenê wek erkekî exlaqî bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gumanbar rûbirûyê karmendê me bûye û gule berdane wî û Pêşmergeyên komando yekser ew gumanbar çekdar kirine û gumanbar ber bi cihekî nediyar ve reviyaye. Piştî hatina hêzên ewlehiyê, bi şaşî pêşmergeyê me girtin û piştî lêkolînê ew berdan û spasiya wî kirin.
Her wiha tê gotin di heman demê de pêşmergeyên komando dest danîn ser çek û wesayîta kesê gumanbar.” Em ji raya giştî re diyar dikin ku xortên komando yên Kurdistanê dê her dem parastina xaka xwe bikin û xizmeta xelkê bikin.
Polîsê Silêmanî: Nûçeyek ji bo neşîrînkirina Silêmanî hat weşandin
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: "Çend rûpel û malper bi armanca neşîrînkirin bajarê Silêmaniyê, nûçeyek ku tê gotin ku alozî di navbera hêzeke komando ya Kurdistanê û hêzên polîsên Raperîn derketye, ji vir ve em ji hemû aliyekê re radighînin ku ew nûçeya ji rastiyê dûre.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

