Fehmî Burhan: Çareserkirina pirsgirêka zeviyan bi cîbicîkirina madeya 140 ve ye
Kurdistan 07:54 PM - 2023-06-28
PUKMEDIA
Ferhmî Burhan
Serokê Desteya Herêmên Kurdistanê yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê tekez kir, ku pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen li parêzgeha Kerkûkê hîna li ber çavan e û ti çareseriyeke radîkal jê re nehatiye dîtin.
Îro Çarşemê 28.06.2023ê Rêveberê Desteya navçeyên Herêma Kurdistanê li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Pirsgirêka zeviyên cotkarên kurd û tirkmen ên Kerkûkê li navçeyên Kerkûkê. Tubzawa, Yaycî, Turklan û Serkaran hê jî wek xwe ye û çareseriyeke radîkal jê re nehatiye dîtin, li başûrê Kerkûkê çalakiya mangirtinê ya sivîl a cotkarên başûrê Kerkûkê didome û me îro jî serdana wan kir û Cejna Qurbanê li wan pîroz kir."
Û Fehmî Burhan amaje bi wê yekê jî kir ku "ev kêşe dê bê çareserî bimîne heta ku maddeya 140 ya destûra Êraqê neyê cîbicîkirin, û heta ku biryarên di vê derbarê de di dema hilweşandina rêjîma Bais de bi awayekî pratîkî neyên betalkirin", û da zanîn ku "erdên Kurd û Tirkmen di dema rêjîma Bais a hilweşiyayî de hatin desteserkirin, li gorî du cure biryar hene, yekem biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî û ya duyem jî biryarên Komîteya Karûbarên Bakur e. û ev hemû biryar heta niha tê meşandin, tevî derxistina biryara jimare 30 di sala 2012an de bo betalkirina wan ji aliyê civata wezîrên Êraqê ve, ji ber ku parlemento daxwaza hilweşandina Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê dike.
Got jî: Derbarê biryarên Komîteya Karûbarên Bakur de, Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140 ya Destûra Êraqê di nameyekê de ku ji Wezareta Çandinî ya Federal re şandibû, piştrast kir ku biryara hejmar (29) ya sala 2012ê. Ji aliyê encûmena wezîran ve, betalkirina hemû biryarên Komîteya Karûbarên Bakur (betal kirin).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

