Dubarekirina berhemanîna petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê
Kurdistan 07:51 PM - 2023-06-27
PUKMEDIA
Peymanên petrolê
Biryar e proseya berhemanîna petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike, piştî rawestana ku ji 25ê Adara îsal ve li ser biryara Dadgeha Hakemaniya Navdewletî ya Parîsê hatibû dayîn, ku divê petrol bi rêya bendera Ceyhan li Tirkiyê tenê bi rêya hikûmeta federal were hinartin.
Di vê derbarê de pisporê warê girêbestên petrolê Behcet Ehmed dibêje, piştî ku yasaya bûdceyê di rojnameya Êraqî de hate weşandin, yasa kete warê cîbicîkirinê de, ji ber ku ji sedî 12.67ê bûdceya Êraqê bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, bi erkê hikûmeta herêmê ye ku rojane herî kêm 400 hezar bermîlên petrolê radestî Wezareta Petrolê ya Federal bike.
Pisporê petrolê di berdewamiya axaftina xwe de got: Ji destpêka meha Tîrmeha bê ve yasaya bûdceyê dikeve sepana pratîk û divê herêm dest bi berhemanîna li zeviyên petrolê yên herêmê bike, ji ber ku gelek li van kêlgehan piştî çend rojan hinardekirina petrola herêmê rawestiyaye."
Behcet Ehmed jî got: “Ji ber ku hikûmetên Êraq û Tirkiyê negihiştine çareseriyekê derbarê vegerandina hinartina petrola Êraqê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê. Hikûmeta Êraqê meyla kir ku petrola ku li herêmê tê berhemanîn ji bo bikaranîna navxweyî veqetîne. Di pêngava yekem de nefta ku li kêlgeha Xurmala û çend kêlgehên din tê berhemanîn hat veqetandin.” Petrola herêmê ji bo bikaranîna navxweyî ye, ku petrol ji aliyê parzûngeha Kar ve tê parzûnkirin û berhem li parêzgeha Nînowa û navçeyên din tên belavkirin.’’
Hêjayî gotinê ye ku yasaya bûdceya federalî piştî ku duh 6.12.2023 li civata nûneran deng li ser hat dayîn, duh Duşemê di rojnameya fermî ya Êraqê de hat weşandin û ji aliyê cenabê Serokkomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd, di 21/6/2023’an.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

