Herdu Politburoyên Yekîtî û Partî wê bicivin
Kurdistan 07:40 PM - 2023-06-25
PUKMEDIA
logoya Yekîtî û partî
Berdevkê Fermî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand: “Sibe roja duşemê 26.08.2023ê her du polîtbîroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li baregeha siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê dicivin.
Berdevkê Fermî yê Yekîtî Dr.Soran Cemal Tahir di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand ku siba demjimêr 11 berî nîvro Şanda Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û endametiya Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Şalaw Elî Eskerî û Derbaz Kosret Resûl du endamên desteya kargêr ya Mekteba Siyasî li gel şanda Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat dicive.
Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Êraqê û kêşeyên ku di paşerojê de rûbirûyê kurdan dibin, dê bên gotûbêjkirin, pirsgirêk û nakokiyên heyî dê bên nirxandin û çareseriyên guncaw bên pêşniyarkirin û peywendiyên dualî di navbera Yekîtî û Hizba Demokrat dê li ber çavan bê girtin."
Li gor zanyariyên ku ketine destê (PUKMEDIA) şanda Partiya Demokrata Kurdistanê dê bi serokatiya Fadil Mîranî û endamtiya Fûed Husên, Mehmûd Mihemed û Sîdad Barzanî bê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

