Xanima Yekem :afirandina hişmendiya berfireh û avakirina meylên tenduristiyê
Îraq 06:18 PM - 2023-06-22
Medya Serokatiya Komarê
Xanima Yekem bi nûnerê sindoqa nifûsê ya Neteweyên Yekgirtî li Êraqê re civiya
Sêşem Xanima Yekem Şenaz Îbrahîm Ehmed li Koşka Aştiyê ya Bexdayê pêşwaziya nûnerê sindoqa nifûsa Neteweyên Yekgirtî li Êraqê Nestor Omohengî kir.
Li hevdîtinê de xanima yekem behsa çendîn mijarên kar û bernameyên ku di warê jin û zarokan de bi hevkarî li gel sindoqa niştecihan a Netewên Yekgirtî tên encamdan kir û di vê çarçoveyê de tekez li ser bihêz kirina peywendiyên di navbera Netewên Yekgirtî li gel Sindoqa nifûsê , wezaret û desthilatên Êraqî yên pêwendîdar kirin.
Kêmkirina tundûtûjiyê û destdirêjiya ser zarokan
Avakirina pirên hevkariyê di dosya Perwerdehiya malbatî, tendirustiya zayînê, dabînkirina lênêrîna tam ji jinan, mesela jidayikbûnê, kêmkirina tundûtûjiyê û destdirêjiya ser zarokan, û pêşkeftinên demografîk de li gorî belgeya niştimanî ya Polîtîkayên nifûsa Êraqê meha borî ji aliyê hikûmeta Êraqê ve ku hatiye destpêkirin hatin gotûbêj kirin.
Xanim Şanaz her wiha bal kişand ser belavbûna diyardeyên çewt di civakê de, wek zewaca di bin temenê biçûk de, terikandina dibistanê û îstismara zarokan û tekez kir ku pêwîste mekanîzmayên ku malbat bikarin bi lidar xistina semîner, komxebat û perwerdehiyê bi rê ve bibin, bên dîtin ku van diyardeyan çareser bikin û ragihandin pêwîste di civakê de afirandina hişmendiya berfireh û pêşkeftina civakên ava bike.
Dabînkirina çareseriya pizîşkî taybetî ji bo zarokan
Xanima Yekem tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina kar û hevkariya hevbeş di navbera Wezareta Tendirustiyê û Sindoqa Netewên Yekgirtî de, dabînkirina çareseriya pizîşkî bi taybetî ji bo zarokan, piştgirîkirina navend , nexweşxaneyên bajar , gundan, perwerdekirina karmendên tenduristiyê ji bo bidestxistin û avakirina saxlemiya saxlem kir.
Di serî de birêz Nestor Omohangi bername û çalakiyên ku di warê parastina jinan, başkirina jîyan, tendurustiya zayînê, kêmkirina karkirina mecbûrî ya zarokan û dabînkirina desteka derûnî nirxand û bal kişand ser girîngiya hevrêzî û hevkariyê ji bo bidestxistina feydeyên zêdetir ji bo komên hedef di dema pêkanîna bername û çalakiyên Neteweyên Yekbûyî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

