Yekîtiya Niştimanî..ji şerê çekdarî ber bi şerê parlementoyê ve

Kurdistan 05:29 PM - 2023-06-21
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Freksyona YNKê li Êraqê Budçe Parlemana Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe heta niha ji bo xizmetkirina welatiyan û bidestveanîna mafên rewa yên wan kar dike û di qonaxên şerê çekdarî de li dijî dîktatoriyê di eniya herî pêş a aliyên şer de bû û bi dehan qurbanî dan û  bi hezaran şehîd.
Di qonaxa niha de, şerê çekdarî bûye şerê parlemanî û siyasî, û niha jî weke berê jî girseyê dizanibû, di rêza herî pêş de ye ji aliyên ku berevaniyê li mafên xwe yên darayî dikin û ezmûna xwe ya demokratîk pêş dixin.

YNKê  ya hemû qonaxan e
Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sertîb Elî ji malpera fermî ya YNKê re (PUKMEDIA) re dibêje : Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiyeke hemû qonaxan e û ew partiya ku bergiriyê li mafên mafên welatiyan dike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dema ku tekoşîna çekdarî bû, di eniya herî pêş a aliyên şerker de bû û dema şerê çekdarî ber bi şerekî demokratîk veguherî, ew jî di eniya herî pêş a aliyên şerker de bû û ya  ku xizmet bike ji  girseyên re.
Berdewamkirina reforman
Sertîb Elî dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hemû qonaxan de ji bo xizmetkirina welatiyan, bidestveanîna daxwazên wan û parastina wan kar dike.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî ji destpêka damezrandina xwe ve, bi hemû hêza xwe bo berevanîkirin ji hemwelatîyan û mafên wan berdewam e û dê berdewam be li ser çaksazî û xizmetkirin û parastina mafên rewa.
Yekîtiya Niştimanî  xizmeta gel didomîne
Endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kerîm Şukr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand : Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di qonaxên şerê çekdarî de qurbaniyên mezin da û bi deh hezaran şehîd ji bo piştgiriya  xelkê Kurdistanê da.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê niha bi rêya tîmên xwe yên li encûmena nûnerên Êraqê û parlamentoya Kurdistanê kar dike bo berevanîkirin ji mafên hevwelatiyan û yekxistina daxwazên wan.
Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Gelan e 
Kerîm Şukr dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiya girseyê ye û ji bo azadkirina gelê Kurdistanê ji bindestiyê û zulmê, qurbaniyên mezin dane.
Got jî: “Emê bi rêya tîmên xwe yên hikûmetê yên parlemantoyê xizmetguzarîyên zêdetir bo hevwelatîyan bidomînin” û amaje bi wê yekê jî kir, ku girseya gel hêviyeke mezin bi hewl û rola Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bo bidestveanîna mafên wan heye.
Siyaseta zelal
Endamê Nivîsgeha Şehîdan û Têkoşerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hesen Baram ji PUKMEDIA re ragihand : Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji damezrandina xwe heta niha xwedî siyaseteke zelal e.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê armancên mezin hene ku ji bo wan kar dike û di serî de xizmetkirina girseyên gelê Kurdistanê ye û pirojeyên ku pêşkêşî dike jî pêşxistina asta xizmetguzariyan û berdewamkirina proseya avadankirinê ye.
Pêşveçûna Herêma Kurdistanê
Hesen Baram dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û xizmetkirina hevwelatiyan kar dike û karibû rê li pêşdarazî û neheqiya ku di heyamên borî de li ser wan hatibû kirin, rawestîne.
Got jî: qonaxa niha qonaxa tekoşîna perlemanî û pêşkêşkirina xizmetguzarîyan bo hevwelatîyane ji ber ku ew li benda baştirînin ji  Yekîtîya Niştimanî.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêya tekoşîna xwe ji şerê çekdarî bo parlemanî guhertiye û ji bo wê yekê jî bi hemû hêza xwe kar dike û bi siyaseta xwe ya nerm û aqilane karîbû bibe fakterê xêr û xweşiyê di navbera hemû aliyên siyasî de.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket