Kampanyaya neteweyî ya Serok Bafil bo çandina milyonek dar serkeftî berdewame

Kurdistan 10:24 AM - 2023-06-20
Çandina daran Ajans

Çandina daran

Çandina mîlyonek Dar Serok Bafil Celal Talebanî Silêmanî

Li ser esasê Zêdebûna daran di çarçoveya kampanyaya neteweyî ya çandina milyonek dar de li ser biryar û pêşniyara Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî hatine çandin, qonaxa xizmetguzarî  avdanî ,bijar û vemirandina agir de dest pê kir. 

Vejandina Jingeha Kurdistanê ji Silêmanî despê kir
Bi vê mebestê Rêveberê Daristan û çavkaniyên Silêmaniyê Hawkar Celal di serdana xwe ya ji bo sê projeyên daristana Kelo li Pêncwênê, daristana Saraw li Seîd Sadiq û daristana Çenexçîyan a Dezgeha Daristana Tangero de got ku kampanya ne tenê ji bo vê armanca dar çandin her wiha  me ji bo daran borî û pergalên avdanê saz kirin da ku dema hewce bike av bê dayîn.
Hawkar Celal got: Li ber berçavgirtina darên cûrbecûr ku hatine çandin û cudabûna xweza û avhewaya herêman, me dît ku daran gelek baş şîn bûne û helmet bi serketiye.
Armanca Serokê  YNKê  Bafil Celal Talebanî  keskahiya Kurdistanê ye
Rêvebirê Daristan û Çavkaniyên Silêmaniyê Hawkar Celal got ku ji bo parastina daran ji her îhtimaleke xisar û çêrandina bêserûber, me karîbû deverên hêşîn ên nû li ser bûdceya kampanyayê birijînin,xetên dij  agir saz bikin da ku li hember xetereya agir biparêzin û karên girîng ên wekî çinîn û kolandina xet dor daran bikin.
Serkeftina kempîna keskiya niştimanî li Kurdistanê bi çandina milyonek dar, pêngaveke erênî ye ji bo giringîdan bi jîngeh û keskahiyê ku Serokê  YNKê  Bafil Celal Talebanî  biryara cîbicîkirina wê daye.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket