Pirsgirêka cotkarên Kurd û Tirkmen dê bibin Dadgeha Federal
Kurdistan 07:52 PM - 2023-06-19
PUKMEDIA
Dadgeha Federal
Du parlamenterên kurd li dijî dagirkirina zeviyên cotkarên kurd û tirkmen ji aliyê erebên îthalatê ve giliyê Dadgeha Federalî kirin. Ew daxwaz dikin ku ev xirabûna ku di van salên dawî de bûyer bi diyarde belav bûye, bê rawestandin.
Dê pêşî li destdirêjiya li ser erdê cotkaran bê girtinParlamentera Parlamentoya Êraqê ji Fraksiyona YNKê li ser navê Kerkûkê Dîlan Xefûr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: “Min û hevalê xwe Dr.Yûsif Mihemed derbarê arîşeya zeviyên çandiniyê li parêzgeha Kerkûkê ku çend sal in cotkarên kurd û tirkmen tûşî wê yekê bûne, gilî li Dadgeha Federalî kir û me daxwaz kir ku biryarên rejîma berê bên rawestandin.
"Em ê bi rêya dadgehan rê li hemû destwerdanên neyasayî yên li ser cotkarên Kurd û Tirkmen ên parêzgeha Kerkûkê û anîna Erebên li ser erdên wan bigirin, di çarçoveya hewlên xwe de me gilî li Dadgeha Federalî kir û daxwaz kir ku rê li ber hatina Ereban li ser axa Kurd û Tirkmenan were girtin." Dîlan Xefûr got.
Endamê fraksiyona YNKê got jî: “Em 7 meh in vê dosyayê amade dikin ku ji bo giliya xwe bi belgeyên yasayî xurt bi rêya Dadgeha Federalî rê li ber dagirkirina axa Kurd û Tirkmenan bigirin.’’
Nûnerên Kurd bi rêya dadgeha federal cotkaran diparêzinNûnerên Kurd li Bexdayê serdana cotkarên parêzgeha Kerkûkê dikin û hewl didin bi rêya Dadgeha Federalî arîşeyên zeviyên xwe çareser bikin.
Di vî warî de Parlamenterê Fraksiyona Gorranê li Parlamentoya Êraqê Dr. Yûsif Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand: “Îro Duşemê 19-6-2023, derbarê jiholêrakirin û çareserkirina pirsgirêkên cotkaran bi taybet li herêma Sergaran û Daqûqê me du gilî li Dadgeha Federalî kirin.”
"Me berê çend caran serdana van deveran kir û me lêkolîn li ser pirsgirêk û kêmasiyan kir. Em hêvîdar in ku em vî mafê cotkarên Kurd û Tirkmen ên li van deveran vegerînin û rê li ber xirabûnê bigirin." Ûsiv got.
Serokê YNKê ji bo Kerkûkê çendîn piroje pêşkês kiriyeYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim hewla parastina pêkvejiyana li Kerkûk û navçeyên nakok daye û hertim hewl daye ku li Kerkûk û navçeyên nakok berevaniyê li bihevre jiyanê bike û çend projeyên girêdayî Kerkûkê û navçeyên nakok pêşkêş kiriye.
Di dema avakirina hikûmeta nû ya Êraqê de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafeil Celal Talebanî çendîn projeyên girêdayî Kerkûkê û navçeyên nakok pêşkêş kirin ji wan jî aktîvkirina lijneya maddeya 140ê, veguhestina xizmetguzariya mamosta û karmendên dezgeha kurdî ji bo Wezareta Perwerdeyê Êraq û avakirina lîwayeke hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Êraqê de ji bo aştiya zêdetir li navçeyên nakok, beşek ji wan projeyên YNKê hatine cîbicîkirin û tê çaverêkirin ku di paşerojê de hinek projeyên din werin cîbicîkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

