Harem Kemal Axa: dubendiya li Hewlêr li Bexdayê jî reng daye
Kurdistan 07:33 PM - 2023-06-18
PUKMEDIA
Hevpeyvîna Medya bi Herem Kemal Axa re
Herem Kemal Axa Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Êraqê îro li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de ragihand:“Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê ji edaletê piştrast be, xala protestoyê ti wateya xwe namîne, lê bi dawî dibe.’’
Îro piştî nîvro, yekşem 2023/06/18, bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl kargerê Mekteba Siyasî, Saadî Ehmed Pîra endamê Mekteba Siyasî, Berpirsê navenda Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn, Endama Serkirdayetiyê Fehîma Sabîr û hejmarek ji kadroyên hizbî, hikûmetî û rêxistinî, medyaya navenda 3 ya Hewlêrê civîneke medyayî bo Serokê Fraksiyona YNKê Harem Kemal Axa saz kir.
YNK naxwaze bibe beşek ji pirsgirêkanSerokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê got:“Piştî hilbijartinan YNK û PDK weke tîmeke hevbeş çûne Bexdayê û me li ser piraniya mijaran li hev kir, bi taybetî ku em naxwazin bibin beşek ji pirsgirêkên navxweyî yên şîeyan, lê mixabin şevekî rêkeftineke veşartî hat encamdan ev yek jî her tişt berovajî kir.
“YNK’ê weke hêzeke ku mafên gelê Kurd diparêze, piştî vê rêkeftina şev ku li dijî me hate kirin, me fêm kir ku sozên ku me dane, ne li gorî qonax û felsefeya ku me li ser kar kiriye, ev jî maf û berjewendiyên gelê Kurd in ku bi yekrêzî û yekhelwestî hêzên Kurdî ve girêdayî ne." Herem Kamal Axa got.
Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dadweriyê piştrast e, çima hest bi metirsiyê dike?
Di civînê de Harem Kemal Axa bal kişand ser xalên girêdayî mafên gelê Kurd, bi taybetî madeyên 11, 12 û 13 yên qanûnê û li ser xala (protêsto) reftarên rasterast ên hikûmeta federal bi parêzgehan re got: “Ez Metirsiya vê bendê ya madeya 13, xala 8 a yasaya bûdceyê çi ye, nizanim, eger hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dadweriyê piştrast be, wateya wê namîne lê bi dawî dibe."
Di derbarê vegerandina mûçeyên paşmayî yên xanenişîn, karmend, mamosta, pêşmerge, polîs û asayîşê de, Fraksiyona YNKê bi awayekî qanûnî hewl da ku ev maf bi awayekî yasayî vegere, lê mixabin deng nehîna.Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê got:’’ YNK dest jê bernade û dê hemû tedbîran ji bo vegerandina vî mafê mûçeyên Kurdistanê bigire.’’
Serok Bafil her tim tekezî li ser yekîtiyê kiriyeHarem Kemal Axa got: “Hewl, têkoşîn, civîn û serdanên berdewam yên Serok Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ku hertim tekezî li ser yekrêzî û yekhelwastî dikir, karê me ji bo parastina mafên gelê Kurd û parastina vê hevsengiyê hêsantir kiribû ,lê neyekrêzî û dubendiya di nav gelê Kurd de li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe ta ku em gihîştine îro.”
Wî got:“Mixabin piştî koça dawî ya Serok Mam Celal, Kurd li Bexdayê nekarîn bi hev re wekû yek kom xebat bikin li ser armancên ku maf û heqê gelê Kurd misoger dike . Her wiha got: ‘’Rêknekeftina li parlamentoya Kurdistanê bandoreke rasterast li ser dabeşbûna me ya li Bexdayê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

