Yekîtî dixwaze Pêşmerge ji hizb mezintir be
Rêportaj 12:49 PM - 2023-06-17
PUKMEDIA
Pêşmergeyên Kurdistan
Komîteya Pêşmerge zêdetirî 70 civîn ji bo yekrêzî û
xizmetkirina hêzên Pêşmerge li darxistiye, lê bi sedema rêgiriya aliyekê hewlên
wan bê encam mane,Yekîtî dixwaze Pêşmerge ji hizb mezintir be. Di wê çarçoveyê
de serokê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di civîna di gel şanda
serbazî Birîtaniya de ragihand ku: "YNK pabende bi hemû rêkeftinên di dema
borî de ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge. Em naxwazin ev rêkeftin bi xeletî bên
arastekirin û ev pirsa netewî bibe qurbaniya berjewendiyên hizbî."
Aliyek naxwaze hêzên Pêşmerge bibin yekEndamê Komîteya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Osman Sêderî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand; Lijneya me ya li Parlamentoya Kurdistanê heta niha zêdetirî 70 civînên navxweyî û bi dehan civîn li gel hêzên Pêşmerge, hevpeymanan û artêşa Êraqê pêk anîne, lê hewlên me wek pêwîst negihiştine encam.
Wî got: "Ne hewla yekxistina hêzên Pêşmerge di nav wezaretekê de, belku hewla çêkirina pirsgirêkan bo hêzên hevbeş ên ku ji aliyê hevpeymanan ve tên piştgirîkirin, ji bo mebestên şexsî û hizbî ye û dixwazin hêzên Pêşmerge wek hêzeke hizbî bimînin."
Amaje bi wê yekê jî kir ku: “Bêbaweriya aliyên Kurdistanî ne tenê bandor li ser yekxistina hêzên Pêşmerge kiriye, belkî bandoreke neyînî li ser yekrêziya Kurdan li Bexdayê jî kiriye.
Armanca YNKê yekkirina hêzên Pêşmerge yeFermandeyên leşkerî yên YNKê berdewam in li ser hewla yekgirtina hêzên Pêşmerge û dixwazin Pêşmerge hêzeke niştimanî be û xizmeta gelê Herêma Kurdistanê bike ne ku ji bo berjewendiyên hizbî û kesayetî were bikaranîn.
Pêşmergeyê dêrîn û endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Arî ji PUKMEDIA re ragihand: “Hewldanên Serok Bafil weke partî û Qubad Talebanî di hikûmetê de û hevdîtinên wan ligel hevpeymanan û şandên leşkerî yên welatên mezin, rastiyeke nayê înkarkirin ku armanca YNKê ku hêzên pêşmerge weke hêzeke niştimanî be.
Herwiha got: "YNKê li ser asta serkirdeyên xwe yên serbazî hewlên mezin da bo yekxistina hêzên Pêşmerge û me di wê baweriyê de bû ku em dikarin bi hêzeke niştimanî zêdetir xaka Herêma Kurdistanê biparêzin û xizmeta gelê Herêma Kurdistanê bikin."
Mela Arî got: lê belê yek alî ne xwediyê wê armancê ye û dixwaze hêza xwe weke hêzeke milîs ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û kesayetî bikar bîne."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hewldanên yekgirtina hêzên Pêşmerge berdewam in.
Ji bo wê mebestê jî YNK piştevaniya hemû hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge dike daku xizmeta gelê Herêma Kurdistanê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

