Serok Bafil: Êdî jiyan û debara gel ji bo şerê siyasî nayê bikaranîn
Kurdistan 07:36 PM - 2023-06-15
Ofîsa Ragihandina Serok Bafil Celal Talabanî
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha mekteba siyasî ya bajarê Hewlêrê pêşwaziya Michele Camerota Konsulê Giştî yê Îtalya li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinekê de li gel Derbaz Kosret Resûl kargerê Mekteba Siyasî û Dr. Rêbwar Îsmaîl endamê serkirdayetiyê amade bû û guftûgo li ser dawîn guhertinên siyasî yên deverê kirin.
Pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê û pesendkirina projeyasaya bûdceyê mijareke dinê hevdîtinê bû, Serok Bafel Celal Talebanî got:“YNK hêzek e ku li ser parastina stûnên demokrasiyê û lidarxistina hilbijartinên dadmendane, lê di çarçoveya yasayeke guncaw de ku dadperweriyê tê de hebe û bersiva qonax û daxwazên her kesî bide.
Di derbarê bûdceya Êraqê û hewlên pêkanîna dadweriyê de jî Serok Bafil got: “Hemû hewlên me li ser esasê wekhevî û nehiştina cudaxwaziyê bû, her çendî bersiva hemû daxwazên herêmê neda, lê niha em di wê baweriyê de ne ku cîbicîkirina qanûnê wê maf û heqê darayî kurdan dabîn bike û êdî jiyana gel ji bo şerê siyasî neyê bikaranîn."
Di hevdîtinê de Serok Bafil ji ber wefata Serokwezîrê berê yê Îtalya Silvio Berlusconi sersaxî ji Konsul û gelê Îtalyayê re xwest û hevxemiya xwe jî ji bo kesûkarên wî diyar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

