Talebanî: Berjewendiyên bilind nabe qurbana berjewendiyên hizbî
Kurdistan 07:25 PM - 2023-06-15
Ofîsa Qubad Talebanî
Civîn
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Mareşal Samî Sampson Şêwirmendê Berevaniyê yê Birîtanya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê civiya,tekez kir ku nabe nakokiyên hizbî û pirsgirêkên siyasî bandorê li pêkanîna proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge bike û got:’’ Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku hêzên Pêşmerge yekrêztir, bihêztir û perwerdetir bibin.’’
Civîna îro 15.06.2023ê li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Rosie Cave Konsula Giştî ya Brîtanya û Fermandar Bextiyar Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge hat lidarxistin,qonaxên pêkanîna proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de hatin gotûbêjkirin.
Qubad Talebanî dilgiraniya xwe li hember rewşa niha û pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê nîşan da. Divê her kes gef û metirsiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê baş fêm bike û berjewendiyên bilind neke qurbana berjewendiyên hizbî û got;’’ nabe destwerdana partiyan û nakokiyên siyasî bandorê li cîbicîkirina plana çaksaziyê bike û proseyê têk bide yan jî sist bike.’’Talebanî got.
Herwiha Talebanî tekez li ser pêkanîna qonaxên çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de weke ku hatiye plankirin û daxwaz ji aliyên hevpeymanan jî kir ku di cîbicîkirina plana çaksaziyê de zêdetir hevkar bin daku em hêzên Pêşmerge ji nakokiyên siyasî dûr bikevin û di demeke nêzîk de bibin xwedî hêzeke niştimanî ya bihêztir û perwerdekirî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

