Gotûbêj ji bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
Kurdistan 06:25 PM - 2023-06-15
Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêmê bi amadebûna Blaskhart bi Komîsyona Hilbijartinan re dicive
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de ligel şandeke Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste gavên pêwîst bo lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bên avêtin.
Îro pênşemî 15.06.2023, şandeke nûneratiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, li ser vexwandina fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta gotûbêjkirina pêngavên amadekariyên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, serdana Hewlêrê kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Êraqê Jeanine Plasschaert, her du cîgirên serokên herêmê Cefer Şêx Mistefa û Mistefa Seyîd Qadir û tîmeke pispor a Herêma UNAMI amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser lezkirina pêngavên lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û amadeyiya Serokatî, hikûmet û hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina proseya hilbijartinan nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Blaskhart û tîma UNAMI piştevaniya xwe ji bo pêngavên Serokê Herêma Kurdistanê nîşan dan û tekez li ser amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji bo encamdana hilbijartinan û serxistina hilbijartinan kirin.
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Encumena Komisyonan spasiya vexwandin Serokê Herêmê ji bo danûstandina nêrîn û diyalogê kir û amadehiya xwe bo lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê li gor yasayan nîşan da, piştî dabînkirina pêdiviyan û lihevkirina li ser tarîxek guncaw ji bo girtina wan.
Di vê derbarê de biryar hate dayîn ku bi mebesta diyar kirina roja hilbijartinên ku tê payîn li Herêma Kurdistanê bên lidarxistin, danûstandin berdewam bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

