Pirojeya Yekîtî xizmeta 15 hezar mamoste dike
YNK 01:21 PM - 2023-06-15
PUKMEDIA
Xwepêşandana mamosteyan
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi
rêya frakisyona xwe li Bexdayê, ji bo pesendkirina projeyasaya veguhestina mîlakên
mamosteyên beşa kurdî li navçeyên nakok ji bo Wezareta Perwerdeya Êraqê, ku 15
hezar mamoste û karmend jê sûdmend bibin.
Parlamentera Fraksiyona YNKê li
Parlamentoya Êraqê li ser navê Kerkûkê Sebah Hebîb ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Di destpêka avakirina hikûmeta
nû ya Êraqê de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
mijara veguhestina mîlakên mamosteyên Kurd li navçeyên nakok weke daxwazeke
YNKê bi nav kir.
Lê mixabin fraksiyona PDKê bi pesendkirina wê proje yasayê razî nebû û
pirsgirêk jê re çêkirin.
Hebîb her
wiha got: "Tenê fraksiyona YNKê li parlamentoya Êraqê ji bo pesendkirina
wê proje yasayê şer kir û em dê berdewam bin li ser piştgiriya mamostayên kurd
li navçeyên nakok, me daxwaz ji serokwezîr û serkirdeyên siyasî kiriye ku
çareyekê ji vê pirsê re bibînin."
15 hezar mamoste û fermanbar sûdmend dibin
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, 15 hezar mamosta û karmendên beşê kurdî li navçeyên nakok ên Kerkûk, Nînewa û Diyalayê dê ji wê projeyê sûd werbigirin ku di bin kontrola hikûmeta Êraqê de ne.
Fireksiyona Yekîtî piştevanî daxwazên beşî kurdî dike
Ev di
demekê de ye ku roja 14-6-2023 mamosteyên beşê kurdî li Kerkûkê xwepêşandan encamp
dan û daxuyaniyekê dedaxwaz kirin ku mafên wan ên veguhestina mîlakên xwe bo
Wezareta Perwerdeya Êraqê vegerînin, ji ber ku ji aliyê îdarî ve girêdayî
rêveberiya perwerdeya Kerkûkê , Selahe Dîn, Diyale û Musilê ye.
Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê
piştevaniya xwe ya temam ji bo daxwazên rewa yên mamosta û karmendên kurd ên
navçeyên nakok derbarê veguhestina mîlakên wan bo Wezareta Perwerdeya Iraqê
nîşan da û ragihand, ew dê rêkarên din ên yasayî ji bo vegerandina mafên wan
bigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

