Pesendkirina bûdceyê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê berevanî li mafên gelê Kurdistanê kir
Îraq 11:53 AM - 2023-06-12
PUKMEDIA
Encûmena Nûneran
Îro Duşemê 12-6-2023, Parlamentoya Êraqê piştî çar roj gotûbêjên
tund û aloziyên navbera aliyên cuda, deng li ser proje yasaya bûdceya federalî
ya sala 2023-2024-2025 da.
Encumena Nûneran dest bi rûniştina xwe ya asayî bo
temamkirina dengdana li ser proje yasaya bûdceya darayî kir. Rûniştina ku bi serokatiya
Serokê Meclîsê Mihemed Helbûsî hat lidarxistin, 229 parlementar beşdar bûn.
Encûmenê raporta xwe û gotûbêjkirina pêşnûmeya yasaya ji bo
guhertina duyem ya yasayê ji bo guhertina endamên Civata Nûneran bi dawî kir.
Û Civata Nûneran maddeya 43 ya bûdceyê ji bo çaksazkirina wê pêdaçûnê
kir, herweha piştî navbereke kurt ji bo nîqaşê dengdana li ser madeyên mayî yên
proje yasaya bûdceyê ji nû ve dest pê kir. Û dengê xwe da xalên 44, 45, 46, 47,
48, 49, 50, 51, 52, 53, 54, 55, 56, 57, 58, 59, 60, 61, 62, 63, 64, 65, 66, 67
û madeya 68 a ku dibêje: Ev qanûn di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ji 1ê
Çileya Paşîn a 2023an pê ve tê meşandin.
Meclîsê deng da ku madeyeke nû li budceyê were zêdekirin û
wiha tê gotin: "Tu naverok, zagon û biryarek ku li dijî vê qanûnê be
naxebite."
Meclisa
Nûneran piştî ku maddeya 43 ya proje yasaya bûdceyê hat guhertin û proje yasaya
bûdceyê madeya 42ê ya têkildarî dahatên firotina benzîn, kaz, nefta reş û
sotemeniya ji derve tê dang da. Û li ser xala 17 ya proje yasaya bûdceyê, û
maddeya 16 ya proje yasaya bûdceyê ji bo vemirandina pêşveçûnan.
Herweha
li ser beşek ji madeya 15 ya pirojeyasaya budceyê jî deng da, û li ser
serrastkirina naveroka madeya 2 jî û serrastkirina naveroka madeya 57 naveroka
madeya 15 deng da, herweha li ser madeyeke nûh derbarê tîmên Heşdi Şeibî û
madeya veguherandina peymanên mayî di komîsyona hilbijartinan bo peymanên karî de jî deng da, û madeyeke ku
150 milyar dînar bo cîbicîkirina pirojeyên Êraqî- Mesrî deng da.
Fireksiyona Yekîtî ji bo bidestveanîna mafên gelê Kurdistanê kar kirJi dema ku hikûmetê proje yasaya bûdceyê ji parlamentoyê re şandiye, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar kiriye ku mafê gelê Kurdistanê di bûdceyê de were destnîşankirin.
Bi saya hewlên Yekîtiya Niştimanî, girêbestên hilbijartinan yên karmendên Komîsyona Hilbijartinan veguherî girêbestên kar, ku zêdetir ji 3000 karmend sûdmend in ku zêdetirî 1000 ji wan Kurd in.
Yekîtiya Niştîmanî jî karîbû xalek di maddeya 14ê ya projeyê de cîbicî bike, ku garantî dide dabeşkirina dadperwerane ya bûdceya Herêma Kurdistanê li ser hemû navçeyên Kurdistanê bê cudahî û di heman demê de hikûmeta herêmê jî ferz dike ku giringiyê bide mûçeyên kerman û xanenîşê.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hewl da ku xalek derbarê vegerandina mûçeyên bi zorê yên karmendên Herêma Kurdistanê deyne û bi rêya Komîteya Darayî di madeya 14 a projeyasayê de cih bigire, lê fireksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê bi hemahengî ligel Tevgera Nifşê Nû ev hewldan rawestand û ji aliyekî din ve jî fireksiyonên Iraqî red kir ku hikûmeta federal ti pereyan ji bo vê yekê terxan bike û vê yekê bi berpirsyariya hikûmeta herêmê dibîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

