Civîna parlamentoya Êraqê ya derbarê bûdceyê de dest pê kir
Îraq 12:02 AM - 2023-06-09
PUKMEDIA
Civata nûnerên Êraqê
Parlamentoya Êraqê bi amadebûna 258 parlamenteran dest bi rûniştina xwe ya ji bo pesendkirina proje yasaya bûdceya 3 salan kir.
Beriya niha jî Serokê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Atwan Atwanî ragihandibû, piraniya nakokiyên di proje yasaya bûdceyê de hatine çareserkirin û îşev civîneke taybet tê lidarxistin.
Got jî: di rûniştina îşev de 15 maddeyên proje yasaya bûdceyê dê bên pesend kirin û sibe Înê jî dê rûniştineka din bê kirin û hemû proje yasayê bê pesend kirin.
Piştî ku Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî biryar da ku rûniştina parlamentoyê ya ji bo dengdana li ser proje yasaya bûdceya federal heta roja şemiya bê were paşxistin, di civîna Komîteya Darayî de, ew biryar paşve kişand û endamên parlamentoyê vexwend ku beşdarî salona civînê bibin.
Demek kin berî niha civîna parlamentoyê bi amadebûna zêdetir ji 250 parlamenteran dest pê kir û reşnivîsa dawî ya projeyasaya bûdceyê li ser parlamenteran hat belavkirin.
Parlamenterekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji PUKMEDIA re ragihand: "Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî 24 saet dem da Komîteya Darayî ya Parlamentoyê ji bo lêkolînkirina projeyasaya qanûnê temam bike, ji ber wê jî biryar hat dayîn ku rûniştin heta roja şemiyê were paşxistin."
Biryar bû ev civîn saet yek piştî nîvro birêve biçe, lê ji ber ku bilokan li ser xalên nakok li hev nekirin, serokatiya civata nûneran zêdetir ji carekê ew civîn paşxist.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

