Malbata Şehîd Hawkar: Em biryarên takekesî red dikin û daxwaza avakirina komîteyekê dikin
Kurdistan 01:50 PM - 2023-06-07
PUKMEDIA
Sîrwan Caf birayê şehîd Hewkar Caf
Malbata şehîd Hewkar
Caf tekez kir ku ew bi endambûna xwe di nava refên Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê de serbilind in û tekez kirin ku ew biryarên di dosyeya şehîd de
hatine dayîn siyasî ne, ne yasayî.
Birayê şehîd Hewkar
Caf Sîrwan Caf di civîneke çapemeniyê de ku PUKMEDÎA lê amade bû got: Kesên ku
bazirganiyê li dosyaya şehîd Hewkar Caf dikin hene, ji bo bidestxistina post bal
ber xwe ve dikşînin û dixwazin di navbera endamên malbata me de fitneyê derxin
bi rêya berevajîkirina rastiyan.
Herwaha got: Em û
malbata xwe şanaziyê bi wê yekê dikin ku em girêdayî Yekîtiya Niştimanî ne û
şehîd Hewkar jî bi endambûna xwe ya Yekîtiya Niştimanî serbilind bû, lê mixabin
dosyeya şehîd Hewkar ji bo tasfiyekirina siyasî bi awayekî hişk hat bikaranîn.
Got jî: Em
dipirsin, gelo biryar nebû komîteyek bê alî ji bo lêkolîna dosyaya şehîd Hewkar
Cef bê avakirin, çima Partîya Demokrat ev biryara yekalî girt û eger li gel
Yekîtîya Niştîmanî li Bexdadê rêkeftibana wê ev biryar derxistana.
Birayê şehîd Hewkar Caf got: Em hemû biryarên takekesî yên
dadgeha Hewlêrê red dikin û daxwaza avakirina komîteyeke navdewletî ya lêkolînê
dikin bo rastkirina xeletiyan û dîtina hemû belgeyan û ragihandina wan ji raya
giştî re, wê demê dadgeh dikarin cezayên bidarvekirinê li ser tawanbaran
derbixin û wan ji bo şerê siyasî bikarnahînin.
Sîrwan Caf di berdewamiya axaftina xwe de got: Em belgeyên
pêbawer derbarê nasnameya kujerê rastî di destê me de ne û di dema avakirina
komîteyeke hevbeş ya navdewletî de emê hemû belgeyên ku di destê me de hene
ragihînin û daxwaz ji nûnerên hemû welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê hene
dikin ku li hember dosyaya kuştina şehîd Hewkar Caf bêdeng namînin. Em dixwazin
ev sînaryoya karîkatorî were têkbirin û em ji kujerên şehîd Hawkar Caf re
dibêjin emê rastiya we nîşan bidin û em ê rûyê we yê gemar ji raya giştî ya
navneteweyî û herêmî re eşkere bikin.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

