Talebanî: ji rewşa siyasî ya niha ne kêfxweş im
Kurdistan 06:55 PM - 2023-06-06
PUKMEDIA
Cîgirê Serokwezîr û Konsulê Giştî yê Fransa
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Olivier Dicotine Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistana Êraqê kir û di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û pirsa proje yasaya bûdceya Êraqê gotûbêj kirin.
Qubad Talebanî di civîna îro de li Hewlêrê derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de got:Ez ji rewşa niha ya herêmê ne dilxweş im û pêdvîye peywendiyên di navbera partiyan de baştir bibûna, bi taybetî ku îro ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekrêzî û rêkxistina navxweyî heye, ji ber ku niha pirsgirêkên li pêşiya Kurdistanê mezintir û berçavtir bûne.
Her wiha got jî; Hîn dem maye ku alî bi liberçavgirtina metirsiyan bigihin rêkeftinekî ku ji bo vê qonaxê guncaw e.Di derbarê helwesta Herêma Kurdistanê li Bexdayê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîr got; Tişta ku li Bexdayê diqewime rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê nîşan dide, ji ber wê jî divê berî her tiştî em xwe birêxistin bikin, piştre li Bexdayê bihêztir û yekgirtîtir xuya bikin û bi hev re baştir berevaniyê li mafên xwe yên destûrî bikin. "Ji bo bidestxistina vê lihevkirinê, divê em hemû helwestên xwe binirxînin," wî got.
Di dawiyê de, Qubad Talebanî spasiya Konsulê Giştî yê Fransa kir ku pisporên çaksaziyên aborî ji Ofîsa Cîgirê Serokwezîr re terxan kiriye da ku di cîbicîkirina planên çaksaziyê de alîkar bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

