Serokwezîrê Êraqê: YNK partiyeke niştimanî ya dilsoz e
Kurdistan 06:36 PM - 2023-06-01
PUKMEDIA
Serok Bafil û Serokwezîrê Êraqê
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şîe Sûdanî bi helkefta salvegera damezrandina YNKê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û got:“YNK weke tevgereke dilsoz niştimanî dijî dîktatoriyê çalak bû.’’
Nivîsa peyamê.
Di van rojan de em cejina 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wek bizaveke niştimanî ya dijî dîktatoriyê dikin û hewl didin bigihin daxwazên çandî, civakî û siyasî û bi taybetî hêviya demokrasiyê ji bo gelê Kurd bi taybetî û tevahiya gelê Êraqê bi giştî.
Bi vê minasebetê em rêz û hurmeta Serok Mam Celal Talebanî, damezrênerê YNK û kesayetekî niştimanî yê nemir û hewlên wî yên jibîrnekirî ji bo avakirina Êraqeke nû û danîna rêbazeke destûrî û dadperwerî û wekheviyê bi bîr tînin, ku îmajeke zindî ji bo welatê me ava kiriye ku bi bawerî ber bi cihanîna pêkanîna destkeftiyên mezin ku nifşan bi xwîn û fedakariyê bi dest xistine, gavan bavêje.
Bi vê minasebetê em pîrozbahiyê li hemû têkoşerên YNKê, serkirde û kadroyên çalak û hemû kesên ku li ser rêya xêrxwazî û bexşandinê û berjewendiyên gel û armanca xebata netewî xebat dikin li ser rêbaza YNK'ê ya xurtkirina pêşketin û aştiya civakî de, em ji we re serkeftinê dixwazin.
Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hemû şehîdên tevgera Kurd û hemû şehîdên tevgera nîştimaniya Êraqê ku bi qurbanîdana wan Êraqeke aram, serkeftî, biratî û ezîz ava kirine.
Muhammed Şîa Sûdanî
Serokê Encumena Wezîran
1-6-2023
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

