Serok Bafil: Diyalog û lihevkirin bingeha çareseriya pirsgirêkan e

YNK 11:49 AM - 2023-06-01
Serok Bafil Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Talebanî

Serok Bafil Yekîtî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî û 47mîn salvegera destpêkirina şoreşa nû ya gelê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê şand û tê de tekezî li ser wê yekê kir ku Yekîtiya Niştimanî pabendbûna bi yekrêzî û xizmetkirina gelê Kurdistanê.

Naveroka peyamê wiha ye:
Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û 47emîn salvegera destpêkirina şoreşa nû ya gelê me, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî girseyên hêja yên Kurdistanê, malbatên şehîdên serbilind û Têkoşerên rêya têkoşînê dikim.pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok Mam Celal û damezrînerên Yekîtiya Niştimnaî dikim û em xwe deyndarê têkoşîna we ya fedaî û dîroka we ya bi rûmet û serbilindî dagirtî dibînin.
Îro ji bo me roja nûkirina peyman û pabendbûna bi xwîna şehîdan û bingehên saxlem ên yekîtîya niştimanî ye ku nûneratîya (demokrasî, mafên mirovan û mafê çarenivîsê) dike.
Kurdistan di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û kêşeyên cidî li pêşiya me hene û ji bilî yekrêzî û pêkvejiyan ti garantiyek ji bo jiyan û bihêzbûna pêkhateya Herêma Kurdistanê nîne. Em dixwazin diyalog û lihevhatin bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo ku em Kurdistanê ber bi paşerojeke geştir û dûr ji desthilatdariyê ve herin û xema me ya herî mezin jîyan û bexteweriya hevwelatiyan be û ji bo berjewendiyên kesayetî û hizbî em ji armancên xwe yên bilind dûr nekevin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim destpêşxeriya hemahengî û çalakiyên hevbeş ji bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê ye û ji bo bihêzkirina stûnên hikim û demokrasiyê û berfirehkirina qada azadiyê têkoşiye û em di wê baweriyê de ne ji bo serkeftina proseya siyasî û rûbirûbûna pirsgirêkan bihevre kar bikin.
Divê em cudahiyan bidin aliyekî, ber bi pêşerojeke aramtir ve gav bavêjin û jiyana ku me soz daye welatiyên xwe peyda bikin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi berdewamî daxwaza lihevkirin û yekrêziya gotûbêjan dike, ji ber ku em dibînin ku hêza me girêdayî lihevkirin û yekrêziya gotûbêjan e û ji bo gihîştina bi vê armancê me gelek hewl da û me xwest ku li Bexdayê bibin nûnerên rasteqîn ên gelê Herêma Kurdistanê û mafên me yên yasayî garantî be, me ligel hevkarên xwe yên li Êraqê kar kiriye ji bo derbaskirina astengan û berdewam bin.
Em soz didin hevwelatiyên hêja yên Kurdistanê, malbatên şehîdên bi rûmet û hemû yekîtiyên dilsoz ku em rê nedin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji rêya xwe ya pîroz derbikeve û emê bi canê xwe berevaniyê li çarenivîsa partiya we ya têkoşer bikin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mala we ya herheyî bû û dê bimîne.
Silav û rêz ji bo giyanê pak ê Serok Mam Celal û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.

Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket