Serok Bafel pêşwazî li berpirsê nû yê hewalgriya pêşmerge kir
Kurdistan 05:28 PM - 2023-05-30
PUKMEDIA
Serok Bafel pêşwazî li berpirsê nû yê hewalgriya pêşmerge kir
Serokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK)ê serok Bafil Celal Talabanî li Debaşanê bi berpirsê hewalgeriya pêşmergeyan Polu Şalaw Elî Eskerî re civiya.
Şêwirmendê asayîş û hewalgeriya yê Serokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK)ê emîd Sîrwan Kerîm û Alîkarê Ewlekarî û hewalgeriyê yê Yekîtiya emîd Goran Barzan jî beşdarî wê civînê bibûn.
Serok Bafil Celal Talebanî bi boneya destbikarbûna Polu Şalaw Elî Eskerî wek berpirsê hewalgeriya pêşmerge pîrozbayî lê kir û hêviya serkevtinê û serfiraziyê ji bo berpirsatiya nû ji bo xizmetkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi dilsoziyeke mezin û bi cîanîna erkên xwe li ser binemayên hewalgeriya serbazî xwest.
Di hemberî wê de, berpirsê nû yê hewalgeriya pêşmerge spasiya Serokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî kir ji bo berdewambûna piştgiriya wî û diyar kir ku bi piştgiriya serok û hevrêyên me em ê ji bo bihêzkirin û bihêzkirina hêzên pêşmerge û baregehên hewalgeriyê çi ji destê me bê em ê bikin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

