Sê xortên Zaxoyê hatin ser mezarê nemir Serok Mam Celal

Kurdistan 07:36 PM - 2023-05-24
Li ser gora Serok Mam Celal PUKMEDIA

Li ser gora Serok Mam Celal

Serok Mam Celal YNK

Îro danê sibê 3 ciwanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gihîştin ser mezarê Mam li Zaxo. Ji aliyê Serokê Saziya  Serok Celal Talebanî, Sekretariya Rêheval Mam Celal, Ceza Seyîd Mecîd Berpirsê Baregeha Silêmaniyê û hejmarek ji kadroyên YNKê ve hatin pêşwazîkirin.
Yek ji wan xortên ku ji Zaxo heta gora Mam meşiyane ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re gotiye:  “Roja 10ê vê mehê em ji Zaxoyê derketin bo ser mezarê   Mam û îro bi hatina xwe de bi germî hatin pêşwazîkirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tevî ku me di vê rêyê de gelek westiyan  jî, lê Mam Celal ew siyasetmedar bû ku cihê xwe di dilê me de girtibû û em ê dudilî nebin ku ji bo wî tiştek bikin."Her wiha em spasiya Saziya  Serok Mam, Malbenda  Silêmaniyê û Sekreteriya Mam dikin ku pêşwaziya germ li me kirin.”
Di vî warî de Dr. Mihemed Sabîr  Serokê Saziya  Celal Talebanî piştî pêşwazîkirina her sê ciwanan wiha got:“Tiştê ku van ciwanan kirine, dilsoziya wan bi Serok Mam Celal û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re nîşan dide, ku di 1-6ê Hezîrana îsal de dê 47emîn salvegera damezrandina YNKê eme  pîroz bikin ku damezrandina wê de  Serok Mam Celal mezinahî dît.”
Herwaha got: “Em spasiya hewlên wan ciwanan dikin û em hêvîdar in hemû ciwanên YNKê li wan binêrin û ji bo pêkanîna armancên me hewl bidin û bibin peyamek ji bo ciwanan. ‘’Mihemed Sabir got.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket