Serok Bafil: Divê bi qeder û dengê gel neyê lîstin
Kurdistan 10:53 PM - 2023-05-23
PUKMEDIA
Serokê YNK û Serok û endamên Parlamentoya Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Biryarderê Desteya Kargêrî Mekteba Siyasî Refat Ebdullah, Berpirsê Mekteba Siyasî Aso Mamend û Qubad Talebanî Çavdêrê Sekretariya Serok Mam Celal pêşwaziya Serokê Parlamentoyê û Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê kir.
Di destpêka hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî rola dîrokî û wêrek ya Fraksiyona YNKê bilind nirxand û tekezî li ser piştgiriya hemû pêkhateyên YNKê ji bo serokê parlamentoya Kurdistanê kir û got :’’Bi rêziknameya parlamentoyê pêşî li karekî neyasayî girtin, îradeya gel qezenç kirin û nehiştin rûmeta parlamentoyê bê binpêkirin.
Her wiha got:’’ Helwesta duh ya çêkirina ezmûna demokratîk a herêmê cihê şanaziyê bû ji bo YNK, dilsozên gel û dostên demokrasiyê ku dixwazin hilbijartinên dadmend di dema xwe de bên lidarxistin û bi çarenivîs û dengê xelkê nelîzin.’’
Serok BafIl got :’’ku ji destpêka pirsgirêkên siyasî û yasayî yên derbarê pirsa helbijartinan de, YNKê bi berpirsatiya herî mezin li ser lihevkirin û rêkeftina niştimanî kar kiriye û di nav hemû aliyên siyasî de gavên pêwîst avêtin ji bo qanûna hilbijartinan biguherînin û komîsyonê ji nû ve aktîf bikin. Dûr ji ferzkirina xwestekên gel û ne bikaranîna kursiyê pêkhatan ji bo çareserkirina pirsgirêkên diyarker weke ku me duh dît û mixabin tişta ku diviyabû bibûya pêk nehat.
Derbarê nûneratiya pêkhatan û hilbijartina çarenivîsa xwe de jî Serok Bafil got: “Ji destpêkê ve me daxwaz kiriye ku pêkhat bi rastî nûneratiya xwe bikin û di nakokiyên siyasî û hizbî de neyên bikaranîn.
Serok Bafil Celal Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de li ser rewşa giştî ya navçe û Êraqê, daxwaz ji parlementerên YNKê kir ku ji bo parastina mafên gel pişta xwe bi qanûnê bigrin û rê nedin ku saziyên rewa ji bo berjewendiyên hizbî bên bikaranîn û saziyên netewî xerab bikin.
Di hevdîtinê de Serok Bafil geşbîniya xwe diyar kir ku bi piştgiriya gelê dilsoz û welat wê vê rewşê derbas bikin û daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî li hember vê qonaxa hestiyar tevbigerin. Wî got: “Pêwîste bicîanîna berjewendîyên netewî karê meyê sereke be.
Serokê YNKê got, tevî wê pirsgirêkê ku li parlamentoyê derketiye, YNK li ser baweriyên xwe yên neguherbar israr dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lidarxistina hilbijartinên adil di dema xwe de ji hemû diyalog û têgihiştinê re vekirî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

